20:29 27 Gulan 2017
Zindî
    Newroz Akrê 2017

    Pîrozbahîyên Newrozê li Herêma Kurdistanê berdewam in

    © Foto: twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 6642

    Cejna Newrozê li Herêma Kurdistanê bi şahî û ahengên curbecur tê pîrozkirin. Pîrozbahiya Newrozê ya herî zêde balê dikişîne jî pîrozbahiyên bajarê Akrê ne ku wek paytexta şahiyên Newrozê jî tê binavkirin.

    Li Kerkûk, Silêmanî, Hewlêr û hemû bajarokên Herêma Kurdistanê bernameyên Newrozê hatin amadekirin û ligel şahiyên mezin gel cejna xwe pîroz dike.

    Dîsa ji gelek welatan peyamên pîrozkirina Newrozê ji bo rêveberiya Herêma Kurdistanê hatin şandin û li Hewlêrê jî îşev bi beşdariya nûnerên konsulxaneyên 26 welatan pîrozbahiyek birêve diçe.

    ​Yek ji pîrozbahiya Newrozê ya herî girîng û bi heybet li bajarokê Akrê tê pîrozkirin ku wekî her sal dîsa alayeke mezin a Kurdistanê li ser Keleha Akrê ber bi çiya ve hat hilawistin û bi hezar meşeleyan gel bi çiya ve meşiya ku dîmenên xweş derketin holê.

    ​Newroza Akrê ku bi hezaran kes ji Ewropa û gelek welatan tên beşdariya wê dikin, herwiha di nav gel de wek 'Paytexta Newrozê' jî tê binavkirin.

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê iraqî: DAIŞ têkçûyîna xwe yê li Mûsilê bide jibîr kirin êrişî Bexdayê dike
    Kurtulmuş: Dê Rûsya û Amerîka biryara xwe ji nû ve binirxînin
    Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî konferansa UNESCOyê bû
    Rûsya û Tirkiye wê şêwrê di mijara têkoşîna li dijî terorê de bikin
    Li Bexdayê êriş: Herî kêm 23 mirî
    Rûsya: Plana me ya avakirina baregeheke leşkerî li Efrînê tine ye
    Barzanî: Ji bo çareserkirina kêşeyan divê hemû alî bibin yekdeng
    Die Welt: Aboriya Rûsyayê ji Herêma Euroyê bi ewletir e
    Etîketan:
    Newroz, Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de