18:35 24 Gulan 2017
Zindî
    Nêçîrvan Barzanî

    Barzanî: Ji bo çareserkirina kêşeyan divê hemû alî bibin yekdeng

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1343

    Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ji bo çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê divê hemû aliyên siyasî dengên xwe bikin yek.

    Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo pîrozkirina Cejna Newrozê û sala nû ya kurdî peyamek belav kir û got, "Ez ji aliyan daxwaz dikim ku dengên xwe bikin yek, da ku karibin bi awayekî hevtêgihiştin û aştiyane hemû kêşe û nakokiyên navxweyî çareser bikin û dawiyê li guhnedana serweriya ax û hikûmeta Herêma Kurdistanê bînin."

    Barzanî di berdewamiya daxuyanî xwe de ji bo Newrozê got, "Newroz bihêzbûna giyanê niştimaniya neteweyî ya kurd û hemû Kurdistanê ye."

    Her wiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbirî ku serkeftinên Pêşmerge gelê Kurdistanê ni hemû cîhanê da nasîn û da zanîn ku xebatên hikûmetê yên ji bo çaksazî û birêxistinkirina karûbarên hikûmetê hêvî da ku hemû qeyran û kêşe werin çareserkirin.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: Newrozê li malbatên serbilind ên şehîdan û hemû Pêşmergeyan pîroz dikim
    Ebadî bi nameyekê Newroza Barzanî pîroz kir
    Ebadî û nûnerê Barzanî bi hevre wê ligel Trump bicivin
    Barzanî: Kurdan tolhildan nekir, yekgirtin û cûdabûn bi zorê nabe
    Barzanî û McGurk li Pîrmamê civiyan
    Neçîrvan Barzanî: Çawa ku Peşmerge ji Kobanî derket divê PKK jî ji Şengalê derkeve
    Etîketan:
    kêşe, çareserkirin, alî, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de