18:07 11 Kanûn 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    Alaya mezin a Kurdistanê wê li ser Kelha Kerkûkê were hilgirtin

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 64

    Li Kelha bajarê Kerkûkê ji ber pîrozkirina Cejna Newrozê wê alayeke mezin a Kurdistanê were hilgirtin. Her wiha hat ragihandin ku kurdên Kerkûkê îro him Cejna Newrozê him jî rizgarkirina Kerkûkê ya di sala 1991an de pîroz dikin.

    Li gorî agahiyên çapemeniya Herêma Kuridistanê li Kerkûkê pîrozkirina Cejna Newrozê ya îsal ji yên borî de cudatir e, ku Kerkûkî îro him Cejna Newrozê him jî roja salvegera rizgarkirina Kerkûkî ya di 21ê Adara 1991an de pîroz dikin.

    Hat diyarkirin ku li gorî saeta Herêma Kurdistanê îro saet di 16.30an de li ser Kelha Kerkûkê ji bo Cejna Newrozê bi amadebûna hemû partiyên Kurdistanî, rêveber û encûmena parêzgariya Kerkûkê rêûresmeke berfireh wê were lidarxistin û wê agirê Newrozê were pêxistin.

    Ji aliyê din ve hat ragihandin ku ji bo pîrozbhaiyên Cejna Newrozê li ser Kelha Kerkûkê jî wê alayeke mezin a Kurdistanê were hilgirtin, ku dirêjahiya wê 10 mitro, firehiya wê jî 5 mitro ye û dîsa li ser fermana Parêzgarê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm wê li hemû sazî û avahiyên fermî jî ala Kurdistanê were hilgirtin.

    Bi heman mijarî:

    Parêzgarê Kerkûkê: Alaya Kurdistanê li Tirkiyeyê tê rakirin, çima li Kerkûkê neyê rakirin
    Tirkiye: Çênabe Alaya Kurdistanê li Kerkûkê bê daleqandin
    Serokwezîrê Iraqê El Ebadî û nûnerê Herêma Kurdistanê diçin Emerîkayê
    'Nabe ku Enqere û Tehran li ser serxwebûna Kurdistanê xwedî gotin be'
    'Eger Helepçe bajareke Kurdistanê bûna ev qeltîam pêk nedihat'
    Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi mijara Helebceyê li hev dicive
    Etîketan:
    hilgirtin, Ala Kurdistanê, Cejna Newrozê, Herêma Kurdistanê, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de