21:17 27 Adar 2017
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Barzanî: Newrozê li malbatên serbilind ên şehîdan û hemû Pêşmergeyan pîroz dikim

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2872

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo Newroza 2017an peyamek weşand û Newroza hemû kurd û kurdistaniyên li welat û derveyê welat pîroz kir.

    Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo Newroza 2017an wiha ye:

    Bi navê xwedayê mezin û dilovan

    "Bi helkefta cejna Newroz û serê sala Kurdî germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemwelatiyên Herêma Kurdistanê û hemû Kurdên li hundir, derveyê welat û hemû pêkhatên neteweyî û olî yên Kurdistanê dikim. Hêviya salekî xweş, bi bereket û bexteweriyê ji bo hemû aliyan dixwazim."

    "Meha adarê heyva serkeftin, xweşî û êşên gelê Kurdistanê bûye. Li gel wê yekê jî adar û Newroz ji bo gelê me hêmaya têkşikandina zilm û derketina ronahî û jiyanê dide û ew jî bi wê wateyê tê ku qurbanîdan û xebat encam û berhema xwe dibe."

    "Xweragirî û qurbanîdana bê hejmara gelê Kurdistanê li qonaxên dijwarên xebatê da her li bergirîkirina li mayîn û nasnameyê bigre heta têkşikandina terorîstên DAIŞê dibê encama xwe hebê û pêwîste ew xebat û destkeft jî yek hengav jî berev paşve neçe û divê gelê Kurdistanê bigihe serweriya xwe û xwedî biryar û çarenûs û jiyana xwe bê. Her ev e baştirîn bersîv û bilindtirîn wefaye ji bo xwîna şehîdan û qurbanîdana gel."

    "Ew qurbaniya gelê Kurdistanê daye û ew çanda bilinda li pêkvejiyan û lêborînê da heye û wê qehremaniya Pêşmerge tomar kiriye, li çavê cîhanê da ne veşartiye û niha cîhan şanaziyê bi gelê Kurdistanê û Pêşmerge ve dike."

    "Bi vê helkeftê de daxwaz ji xelkê serbilindê Kurdistanê dikim ku hêviya wan bihêz bê ji ber ku bi piştrastiyê ve xweragiriya wan berhema xwe dibê. Daxwaz dikim li beranber her hewl û dengek da xweragir bin ku bixwazin bawerî bi xwebûna wan ji wan bistînê û pêvekiyê biçespênê. Newrozê li malbatên serbilindên şehîdan û hemû Pêşmergeyên qehreman pîroz dikim. Her di xweşiyê de bin."

    Bi heman mijarî:

    Ebadî bi nameyekê Newroza Barzanî pîroz kir
    Ji Barzanî bo Newşîrwan Mistefa peyama sersaxiyê
    Mesûd Barzanî: Nabe ku hêzeke neyasayî li Şingalê bimîne
    Mesûd Barzanî ji bo salvegera Komkujiya Helebceyê peyamek weşand
    Neçîrvan Barzanî: Gava dijminên me hatin dêr jî têk birin mizgeft jî
    Etîketan:
    Peyama pîrozbahiya Newroza 2017an, Peyama Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de