18:07 11 Kanûn 2017
Zindî
    Kerkûk

    Parêzgarê Kerkûkê: Alaya Kurdistanê li Tirkiyeyê tê rakirin, çima li Kerkûkê neyê rakirin

    © Sputnik/ Dmitriy Vinogradov
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 71

    Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm bi daxuyaniyekê bersiva rexneyên rakirina alaya Kurdistanê li bajarê Kerkûkê da û wiha got, "ne mentiqî ye ku alaya Kurdistanê neyê hildin li bajarekî ku ji aliyê pêşmergeyan ve tê parastin."

    Kerîm di konferanseke duh di konferanseke çapemeniyê de diyar kir ku "alaya Kurdistanê li bajarên Enqere û Stenbolê yên Tirkiyeyê tê bilindkirin lewra nabe hesasiyet hebe li dijî bilindkirina wê alayê li bajarê Kerkûkê".

    Di 16ê vê mehê de li ser navê Parêzgarê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm daxuyaniyeke niviskî ya fermî hat weşandin û di wê daxuyaniyê de hat gotin: "Bi boneya Cejna Newrozê û ji ber Kerkûk herêmek ji herêmên nakok e ku di nav herêmên madeya 140î ya destûra iraqî de ye, em ji meclisa we dixwazin biryarê bide ku divê alaya Kurdistanê li gel alaya Komara Iraqê li hemû daîreyên ferî yên parzêgehê bên bilindkirin."

    Herwiha Kerîmî xwestibû ku zimanê kurdî jî di nivîsên fermî de were bikaranîn.

    Piştî vê biryara Kerîmî, parlementerên turkmen li dijî rakirina alaya Kurdistanê li Kerkûkê derketibûn û daxuyaniyek weşandibû û tê de gotibû, "ev dê fitneyê derxîne."

    Herwiha di daxuyaniya parlementerên turkmen de hat xwestin ku Meclisa Kerkûkê nîqaşkirina vê biryarê red bike ji ber li dijî destûrê ye.

    "NIŞTÎCIHÊN KURD GAZINDAN DIKIN"

    Ji aliyê din ve, Kerîm di daxuyaniya xwe de wiha got: "Rakirina alaya Kurdistanê li ser saziyên Kerkûkê dê istiqrara bajarî zêde bike ji ber hemû niştîcihên Kerkûkê yêk kurd gazindan dikin ku parastina Kerkûkê li ser milê pêşmergeyan e lê alaya Kurdistanê li ser avahiyên wê nayê bilindkirin."

    Herwiha Kerîm got ku ti kêşeya piraniya pêkhateyên Kerkûkê bi rakirina alaya Kurdistanê li gel a Iraqê tine lê beşek heye ku hewl dide fitneyê çêke.

    Hêjayî gotinê ye ku Kerkûk giringtirîn bajar e ku nîqaş li ser ayideta wê berdewam dike û pêwîst bû di çarçoveya madeya 140î de biryar bihata dayîn bê ew dê bi kû ve were girêdan. Li gorî madeya 140î ya destûra Iraqê ya sala 2005an, siberoja Kerkûkê dê li ser sê qonaxan bihata diyarkirin ku normalîzekirin dê ya yekê bûya, dûre derxistina amareyên bajarî û di dawiyê de pêkanîna referanûmê lê ji ber nakokiyên siyasî ew referandûm pêk nehat.

    Ji aliyê din ve, duh Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Tirkiyêyê Huseyîn Muftuoglu jî derbarê rakirina Ala ya Kurdistanê, li ber dezgehên fermî yên bajarê Kerkûkê daxuyaniyek weşandibû û gotibû:"Dê zirarê bide istiqrara Iraqê."

     

    Bi heman mijarî:

    Li ser rêya navbera Kerkûk û Bexdayê teqîn
    Barzanî: Kerkûk ticarî dê nebe bingeheke terorîstan
    Rêxistina terorîst li Kerkûk û Mûsilê 22 kes îdam kirin
    Muqteda Sadr gef xwar: Kerkûk bi Kurdistanê ve nayê gir​ê​dan
    Mela Bextiyar: "Şingal jî û Kerkûk jî axa Kurdistanê ye"
    KERKÛK - DAIŞê êrişî pêşmerge û PKKê kir
    Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê: Divê Kerkûk bi ser Kurdistanê ve bê girêdan
    Etîketan:
    alaya Kurdistanê, kurd, Huseyîn Muftuoglu, Necmedîn Kerîm, Enqere, Kurdistan, Iraq, Tirkiye, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de