12:22 19 Tebax 2017
Zindî
    êzidî - jin - komkujî - qetliyam

    Hejmara êzidiyên rizgarkirî bû 2936 kes

    © REUTERS/ SERTAÇ KAYAR
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3852

    Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyan eşkere kir ku 8 jin û 3 zarokên kurdên êzidî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin ku di encamê de heta niha 2936 kes hatine rizgarkirin.

    Berpirsyarê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan Husên Koro bi daxuyaniyekê çapemeniyê ragihand; "Me beriya niha jî ji gelê xwe re gotibû ku em ê mizgîniyên xweş bidin wan. Îro hejmareke din ên keç û jinên me ji destê terorîstên DAIŞê rizgar bûn. "

    Husên Koro da zanîn ku piştî van kesên rizgarkirî hejmara kesên rizgarkirî gihiştiye 2 hezar û 936 kesan û wiha dewam kir: "Nêzîkî 3 û 400 kesî di destên DAIŞê de mane."

    Li gorî Rûdawê Koro wiha diyar kiriye ku herî dawî 8 jin û 3 zarokên kurdên êzidî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.

    TENÊ NIVÎSGEHA ME, BI ALÎKARIYA PÊŞMERGEYAN KESÊN REVANDÎ RIZGAR KIRINE

    Ji aliyê din ve, Koror got ku tevahiya kesên hatine rizgarkirin ji aliyê nivîsgehan wan ve bi alîkariya Hêzên Pêşmerge û dezgehên ewlekariya Herêma Kurdistanê ve hatine rizgarkirin û got; “Mixabin di dema derbasbûyî de hinek aliyan xwe xistiye nava vê mijarê û amaje bi wê yekê dane ku qaşo wan ev kurdên êzidî rizgar kirine. Vê yekê jî weke mijareke hizbî vedigerînin xwe. Em weke Nivsîngega Rizgarkirina Revandiyên Êzidî van îdîayên wan red dikin.”

    Derbarê çawaniya rizgarkirina wan kesan de jî Husên Koro got; “Ev demek e nivîsîngeha me bi hemahengiya li gel dezgehên ewlekariya parêzgeha Duhokê û Wezareta Pêşmerge, herwiha hinek kes û aliyan, kariye van kesan ji destê DAIŞê rizgar bikin.”

    Bi heman mijarî:

    Hawara Kurdên êzidî: Zarokên me rizgar bikin
    Kanada: Em ê 800 kurdên êzidî bigirin
    Qeymeqamê Şingalê: Destên veşartî nahêlin êzidî bên rizgarkirin
    Keçika êzidî ya ji destê DAIŞê xelas bû çîroka xwe ji Daily Mailê re got
    DAIŞ zarokên Êzidî yên ku direvîne dike xwekuj
    Zarokê Êzidî ku DAIŞê revandibû gihîşt malbata xwe
    'DAIŞê li Mûsilê keçên êzidî bi komî bir cihên din'
    Etîketan:
    êzidî, DAIŞ, Husên Koro, Duhok, Kurdistan, Şingal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de