20:34 16 Tebax 2017
Zindî
    Berpirsê Peywendiyên Karên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

    'Nabe ku Enqere û Tehran li ser serxwebûna Kurdistanê xwedî gotin be'

    © Foto: Twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10551

    Berpirsê Peywendiyên Karên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mistefa di derbarê serxwebûna Herêma Kurdistanê diyar kir ku nabe Enqere û Tehranê li ser vê meseleyê xwedî gotin be. Ev meseleyeke di navbera Hewlêr û Bexda de ye.

    Berpirsê Peywendiyên Karên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê di Konferansa Ewlehî ya Rojhilata Navîn de axivî û da zanîn ku nabe Enqere û Tehran li ser meseleya serxwebûna Herêma Kurdistanê xwedî gotin be.

    Mistefa anî ziman ku têkiliya Enqere û Tehranê bi serxwebûna Herêma Kurdistanê tune ye û dest nîşan kir ku ev pirsek eli gel Bexda ye û yekalî ye.

    Felah Mistefa her wiha derbirî ku ji bo çareserkirina kêşeya kurd Iraq tu caran nebû mekanîzmayekê û got, "Me her tim doza serxwebûnê kir û kurd li Iraqê hatin sizakirin."

    Rayedarê Kurdistanê anî ziman ku Bexda hevkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê nake û Iraq bi awayekî pêwîst ji serçavkaniyan sûd wernegirt.

    Bi heman mijarî:

    Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi mijara Helebceyê li hev dicive
    Endamê Parlementoya Kurdistanê Heddad: ‘Divê Iraq tazmînatên helebceyiyan bide'
    Serokomar Sarkisyan ji bo vekirina konsolxaneya Kurdistanê biryar îmze kir
    Etîketan:
    serxwebûn, Tehran, Enqere, Berpirsê Peywendiyên Karên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa, Tirkiye, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de