17:16 19 Mijdar 2017
Zindî
    Helepçe

    Êşa bê derman: HELEBCE

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 23293

    Komkujiya Helebceyê bûyereke ku di dilê kurdan de êşek bê derman e. Di 16ê Adara 1988an balafirên şerî yên artêşa Iraqê bombeyên kîmyawî ser bajarên kurdan û bi taybetî jî bi ser Helebceyê barandin. Di encamê de bêtirî 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û bi 10 hezaran kes jî birîndar bûne. Îro salvegera komkujiya Helebceyê ye.

    Balafirên artêşa Iraqê di 16ê Adara sala 1988an berê sibê mirin barand bi ser kurdan, bi taybetî jî bajarê Helebceyê dan ber bombeyên kîmyewî, lê kesên ku li Helepçeyê dijiyan ji xwe re stargeh çêkiribûn û ketibûn stangehên xwe. Li ser vê yekê balafirên şer yên birêveberiya Sedamî bombeyên ku bûne sembola komkujiyê û bêhna sêvan ji wan dihat barandin bi ser Helebceyê de. Bombebarana bi ser Helebceyê de 2 rojan dewam kir. Di encama bombebaranê de 5 hezar kurd hatin kuştin, li dora 20 hezar kes jî birîndar bûn. Hêjayî gotinê ye ku pêşmergeyên ku di bombebarana kîmyewî de hatin kuştin ne di nav de van hejmaran de ye

    Helepçe
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Helepçe

     

    DI NAVA ÇEND SAETAN DE BI HEZARAN KURDAN JIYANA XWE JI DEST DA

    Piştî barandina bombeyên kîmyewî di nava çend saetan de bi hezaran kurdan jiyana xwe ji dest da. Bi hezaran kurd nexweş ketin û gelek zarok jî kêmendam ji dayîk bûn. Bandora bombeyên kîmyewî tenê bi mirina pênc hezar kurdan û mayîna bi deh hezaran birîndaran ve bi sînor nema, bandora bombeyên kîmyawî hê jî li bajêr û di hişê kurdan da dewam dike.

    JI BER BOMBEBARANA KIMYASALÊ NEXWEŞIYA PENÇEŞÊRÊ SEDÎ 800 SEDÊ BÛ

    Helepçe
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Helepçe

    Li gorî roporên Neteweyên Yekbûyî, ji ber bombeyên kîmyawî li Helebceyê û li derdora wê di navbera salên 1991 û 1994an de nexweşiya penceşêrê ji sedî 800 zêdetir bûbû. Herwiha ji ber bombeyên kîmyawî nexweşiyên jinan çar qat zêde bûn û bi hezaran kes jî bi nexweşiyên qirik, kezeb, poz û çevan ve rû bi rû man. Bi hezaran kes jî kor bûn. Li gorî raporan, hê jî bandora bombeyên kîmyawî, zarokên ku nû ji dayîk dibin tehdîd dike. Akademîsyenê kurd Muhammed Gozutok derbarê mijarê de ji Ajansa Sputnik Kurdistanê re axivî û destnîşan kir ku di sala 1988an de birêveberiya Sedam Hisen li hemberî kurdên başûr komkujiyeke bi navê Enfalê da destpêkirin û di nav 6 — 7 mehan de 180 hezar kurd hatin kuştin. Di nava wê rêzeqetlîamê de, qetlîama herê bibandor Helebce bû. Di carekê de nêzî 5 hezar mirovên bêguneh bi çekên kimyewî hatin qetilkirin.

    ‘JI BER KURD BI FERMÎ NAYÊN DÎTIN, QETLÎAMÊN LI HEMBERÎ WAN JÎ NEDIHATIN DÎTIN'

    Helepçe
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Helepçe

    Muhammed Gozutok wiha pê de çû: "Hemû cihan li hemberî vê qeylîamê bêdeng ma, cihan kor û lal bû li hember vê qetlîamê. Ji ber şerê sar hêzên wê deme li hemberî Îranê piştgiriya Sedam Hiseyîn dikirin û kirinên wî yê li hemberî kurdan nedihatin dîtin. Mixabin çawa ku kurd bi fermî nayên qebûlkirin, qetlîamên li hemberî wan jî nedihatin dîtin.

    ‘BI ROJAN CENAZE MAN LI QADAN'

    Gozutok eşkere kir ku piştî qetlîamê bi hezaran cenazeyên kurdan li qadan man, kesên birîndar jî ji aliyê leşkerên Îranê ve hatin birin Îranê û li wir hatin dermankirin. Bi rojan cenzeyên kesên mirî nehatin binaxkirin, sedema vê yekê jî ev bû ku li gorî şeriata Îranê jin û mêr bi hev re nayên definkirin. Piştî çend rojan bi fermana Xumeynî ev term hatin definkirin. Ne tene dewlet, saziyên navneteweyî, saziyên sivîl jî li hemberî vê qetlîamê bêdeng man. Mînak Edward Seîd filistînî ku wek entelektuelekî navdar tê zanîn bo ku Sedam û rejima Baasê paqij derxe, Îran sucdar dikir û zanyariyên xwe disparte CIAyê ku balafirên Îranê Helebceyê bombabaran kiriye.

    ‘JI BER NEDEWLETBÛNÊ DAXWAZA KURDAN NEHAT QEBÛLKIRIN'

    Gozutok diyar kir ku 9 sal berê Helebceyîyan ji Neteweyên Yekbûyî daxwaz kir ku roja 16ê Adarê bikin roja çekên kimyewî lê mixabin wan jî ev daxwaz qebûl nekir. Ji ber ku ti dewletek kurdan tine bû ku bandorê li Neteweyên Yekbûyî bike da ku daxwaza wan bê qebûlkirin. Li gorî dîtina min heta kurd nebin xwedî dewletekî qetlîamên wan jî dê bi fermî neyên qebûlkirin.

    ‘KURDAN EV YEK FÊM KIR KU ÇARENÛSA WAN YEK E'

    Helepçe
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Akademîsyenê kurd da zanîn ku qetlîamên wiha mixabin bo yekîtiyê rolekê êrenî dilîzin, ji ber ku kurdên li giştiya cîhanê fêm dikin ku qedera wan û çarenûsa wan yek in lewra ev tişt tên sere wan. Helebce jî ev tişt nişan dan. Piştî qetlîamê bi hezaran kurd ên başûr çûbûn bakurê Kurdistanê û li wir mabûn û bi vî awayî ev trajedi di nav kurdan de rolek wiha lîst ku tiştên li Helebceyê qewimiye, li her deverê kurdan dibe biqewime û kurd gihîştin vê encamê ku bi xwe neteweyek in û êşa wan jî yek e.

    Qetlîamên ku heta îro li sere kurdan qewimiye tenê ew e ku ji ber ku kurdên pêk hatiye. Ne ji ber tiştek din bû. Li gorî dîtina min eger ku dewletek kurd ku hebe, ez bawerim ku bikaribe kurdan biparêze.

    Bi heman mijarî:

    Peyamnêrê ku Helebce da bihîstin Ozturk: ‘Rêya herî xurt a danasîna serxwebûnê, çand e'
    Komkujiya bi behna sêvê ‘Helebce'
    YNK û Goran ji bo parêzgarên Helebce û Silêmaniyê civiyan
    130 xort û keçên Helebce çûne Qendîlê
    Etîketan:
    kimyewî, qetlîam, çek, komkujî, Sputnik, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de