01:59 27 Adar 2017
Zindî
    DYA Amerîka Washington Qesra Spî

    Ebadî û nûnerê Barzanî bi hevre ligel Trump bicivin

    © Sputnik/ Vladimir Federenko
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4051

    Hate zanîn, ku dê di dema serdana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ya ji bo Washingtonê de Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên jî di şandê de be.

    Di serdana dawî ya Hewlêrê de Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî roja 7ê Adara 2017ê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiyabû û pêşniyar kiribû, ku Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên jî di serdana Amerîkayê de pê re be.

    Li gorî zanyariyên li ser Rûdawê hatine belavkirin, Mesûd Barzanî jî bi erênî bersiv daye vê pêşniyarê û razî bûye, ku Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên jî di şandê de be.

    Biryare roja 20ê Adarê Heyder Ebadî bi serokatiya şandekê bigihe Washingtonê û ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump hevdîtinekê bike.

    Roja 22ê Adarê jî dê li Amerîkayê civîna welatên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê bê sazkirin.

    Bi heman mijarî:

    Agahiyên bacê yên Trump hatin deşîfrekirin
    Wezîrê Parastin ê Siûdî li Qesra Spî bi Trump re hevdîtinek pêk anî
    Pisporê alman: Ewropa ji Pûtîn Erdogan û Trump bifikar in
    Îdîaya ku ‘Trump bi NHByan destûra êrişên hewayî da CIAyê'
    Etîketan:
    nûnerê barzanî, yawertî, qesra spî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de