04:41 25 Mijdar 2017
Zindî
    Barzanî û McGurk

    'Amerîka naxwaze ji bilî hêzên fermî hîç hêzeke din li Şingalê be'

    © Foto: Twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5020

    Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de, Brett McGurk di civîna bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re de piştgiriya Amerîkayê bo 'gelê Kurdistanê' diyar kir û ji bo gengeşiya Şingalê got, 'Amerîka naxwaze ji bilî hêzên fermî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê hîç hêzekî din li wir be.'

    Serokatiya Herêma Kurdistanê (SHK) li ser hevdîtina 13ê Sibatê ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û şandeya Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Dijî DAIŞê de McGurk, daxuyaniyek belav kir.

    'ARAMIYA KURDISTANÊ BO AMERÎKAYÊ GELEKÎ GIRÎNG E'

    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê li hevpeymaniya navdewletiya şerê dijî DAIŞê ji bilî balkişandina li ser roja ji dayikbûna Barzaniyê Nemir û helkeftên niştîmaniyên gelê Kurdistanê li meha adarê, wê yekê xisterû ku cihê şanaziyê ye ligel Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kar dikin. Tekez jî li wê yekê kir ku aramiya Kurdistanê ji bo welatê wan gelek girîng e û di derbarê rewşa Şingalê de jî wê yekê ragihand ku Amerîka naxwaze ji bilî hêzên fermî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê hîç hêzekî din li vê deverê be."

    SHKê diyar kir ku di hevdîtina bi şandeya fermandar û nûnerên Amerîkayê ya bi Barzanî re de, li ser serkeftinên hêzên Pêşmerge, hemahengiya bi hêzên Iraqê re û pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê jî hatiye rawestîn.

    Bi heman mijarî:

    Almanyayê hişyarî da hemwelatiyên ku biçin Tirkiyê
    Ji Erdogan daxuyaniyên tund bo Merkel û Serokê CHPê
    Hêzeke pîyadeyên deryavanî ya Amerîkî gihîşt Rimêlanê
    Lazer dê li balafirên Mig-35ê bê zêdekirin
    Alîgir li şampiyoniya Daxistanê bihev ketin
    Afxanistan dixwaze ku Rûsya 124 avahiyan restore bike
    Rûsya û Misir dê çûnûhatina hewayî ji nû ve dest pê bikin
    Bi sedan Kosovîyên Arnawût di refên DAIŞê de şer dikin
    Etîketan:
    'Amerîka naxwaze ji bilî hêzên fermî hîç hêzeke din li Şingalê be', Herêma Kurdistanê, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de