03:56 26 Tîrmeh 2017
Zindî
    Şerê li Şingalê

    Berdevêk PDKê: Di şûna PKKê alîkariya me bike, kêşeya ji me re çêdike

    © AP Photo/ Seivan Selim
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5833

    Berdevkê fermî yê PDKê Mehmûd Mihemed dibêje, PKK di şûna ji bo çareserkirina pirsgirêkên me alîkariya me bike, ew bi xwe jî pirsgirêkan ji Herêma Kurdistanê re çêdike.

    Îro li Hewlêrê ji bo bibîranîna Rêberê Tevgera Rizgarîxwaza Herêma Kurdistanê Mele Mistefa Barzanî li bajarê Hewlêrê merasîmek bi navê"Barzaniyê Nemir Sembola Azadî û Pêkvejiyanê" hat lidarxistin.

    Berdevkê Fermî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed di merasîma navborî de axivî û li ser bûyer û serpêhatiyên dawî yên li Herêma Kurdistanê û bi taybet aloziyên li Şingalê axivî.

    "TIŞTÊ QEWIMÎ TENÊ KÊŞE BÛN JI HERÊMA KURDISTANÊ RE"

    Mihemed ragihand: "Ewa ku li Şingal, Qendîl, Mexmûr û cihên din qewimî, ji bilî çêkirina kêşeyan bo Herêma Kurdistanê, tiştek din nebû".

    Berdevkê PDKê ragihand, Partiya Karkerê Kurdistanê (PKK) bawerî bi dewleta neteweyî nîne, ji ber wê jî baştirîn rê ev e ku xebata xwe bibin wî cihê ku ji bo wî çêbûye.

    "NEXWEŞ E LÊ RASTIYA HER BEŞEKÎ HEYE"

    Mehmûd Mihemed da xuyakirin: "Rastiya wê derê, realîteyeke din e, her çend ku ev gotin nexweş e, lê belê her çar parçeyên Kurdistanê hin taybetmendî ji wan re çêbûne û divê werin berçarvkirin. Partiyên her perçeyekî hene, yanî xwediyên xwe jî hene. Hevkarî tiştek e û destwerdan û xwe-bi-xwedîzanîn jî tiştekî din e".

    Di 3yê vê mehê de, li Komalgeha Xanesorê ya Şingalê di navbera Pêşmergeyên Roj û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) de şer û pevçûn derketibûn.

    Bi heman mijarî:

    Komeleyê ji bo bûyerên Şingalê: Divê hemû aliyên siyasî bo çareseriyê bixebitin
    Fermandarê Pêşmerge: Plana rizgarkirina hemû deverên Şingalê amade ye
    Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê: Bila PKKê ji Şingalê derkeve
    Gulpî: Şandina Pêşmergeyên Rojava ji bo Şingalê biryareke ne rast e
    'Li Şingalê 1000 DAIŞî hatin kuştin'
    'Heşda Şeibî bi topan êrîşî Pêşmergeyên li Rojhilatê Şingalê kir'
    Li Şingalê teqîn: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
    Etîketan:
    pkk, PDK, Mistefa Barzanî, Mehmûd Mihemed, Kurdistan, Şingal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de