04:26 26 Adar 2017
Zindî
    Barzanî û McGurk

    Barzanî û McGurk li Pîrmamê civiyan

    © Foto: Twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1852

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîkayê di hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk civiyan.

    Barzanî îro li navçeya Pîrmamê a Hewlêrê li gel Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîkayê di hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk û şanda li gel civiyan.

    Di civînê de behsa rewşa Iraqê, herêmê û şerê DAIŞê û pêşveçûnên hêzên Iraqî li Mûsil hat kirin.

    McGurk li ser hesabê xwe yê Twitterê destîşan kir ku li ser helmeta Mûsilê axivîne û pesnê performansa pêşmergeyan dane û herwiha hevxemiya xwe ji bo qurbaniyan pêşkêş kirie

    Ev jî di demekê de ye ku duh Brett McGurk di kongreyeke rojnamevanî de li Bexdayê ragihand ku nêzîkî ji sedî 60ê axa ku DAIŞê dagİr kiribû hatiye rizgarkirin û di encama wê de jî 2 Milyon Iraqî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.

    McGurk eşkere jî kir ku heya niha zêdetirî 180 serkirde û kesayetiyên nêzîkî Bexdadî hatine kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî û McGurk li Hewlêrê hatin ba hev
    Barzanî û nûnerê Obama Brett McGurk hevdîtinek pêk anîn
    General Mistefa Barzanî û otonomiya Kurdistanê
    ‘Barzanî şîretên pêwîst li şanda PSKê kir’
    Civîna Barzanî û Ebadî bi dawî bû
    Donald Trump ji bo Mesûd Barzanî nameyek şand
    Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê: Heke ku Barzanî biser nekeve dê Artêşa tirk bikeve dewrê
    Etîketan:
    DAIŞ, Brett McGurkDû, Kurdistan, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de