00:36 18 Kanûn 2017
Zindî
    Ala Kurdistan û Iraqê

    'Bexda dixwaze para dermanan a Herêma Kurdistanê qut bike'

    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 71

    Parlamentera Kurd a Parlamentoya Iraqê Erafet Kerîm diyar kir ku Wezareta Edîle Hemûd bi hinceta ku Herêma Kurdistanê dahatên petrole nade Bexdayê, ji Desteya Wezîran an Iraqê xwest ku dermanên para Herêma Kurdistanê qut bike.

    Li gorî nûçeyeke li ser malpera PDKê Parlamentera Kurd a parlamentoya Iraqê Erafet Kerîm got, "Piraniya dermanên ku ji bo Herêma Kurdistanê tên şandin, ji bo koçberên ku ji Mûsil û herêmên din koç kirine tên bikaranîn. Ji ber vê yekê jî em weke parlamenterên kurd, em ê li dijî biryareke wisa derkevin."

    Ji aliyê din ve li gorî agahiyên Rûdawê Berdevk û Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê Dr. Xalis Qadir di derbarê mijarê de diyar kir ku di vî warî de hewildanek heye û got, "Rast e, di vî warî de hewildanek heye lê hêj biryareke teqezkirî tune ye. Wezîrê me yê tenduristiyê ji bo çareserkirina pirsgirêkê bi Bexdayê re di nava peywendiyê de ye."

    Qadir her wiha diyar kir ku Bexdayê bûdçeya ji bo dermanan kêm kiriye û got, "Bexda niha jî dixwaze para Herêma Kurdistanê ya dermanan qut bike."

    Bi heman mijarî:

    Serokê Herêma Kurdistanê peyamek sersaxiyê bo Mela Kerîm weşand
    Heyetek ji DYAyê li Herêma Kurdistanê rewşa însanî vedikole
    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê: Alîkariya civaka navdewletî ne di asta pêwîst de ye
    Serokê Herêma Kurdistanê bo jinan peyamek weşand
    Bûdçeya hilbijartinên parlamento û serokatiya Herêma Kurdistanê hat pesendkirin
    'Her metirsiya li ser Rojava, ji bo Herêma Kurdistanê jî metirsî ye'
    Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê: Barzanî ji bo birakujî çênebe, ev erk qebûl kir
    Etîketan:
    qutkirin, para dermanan, Berdevk û Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê, Parlamentera Kurd a Parlamentoya Iraqê, Xalis Qadir, Erafet Kerîm, Iraq, Bexda, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de