00:55 23 Mijdar 2017
Zindî
    Sîrwan Barzanî

    'Pêşmerge dê venekşe ji herêmên berî operasyona Mûsilê hatine kontrolkirin'

    © Foto: Facebook.com
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4621

    Serperşitê Mihwera Giwêr-Mexmûr yê Hêza Pêşmerge Sîrwan Barzanî ragihand ku hêzên pêşmerge bi ti awayî ji herêmên di şerê li dijî DAIŞê de rizgar kirine dernakevin.

    Sîrwan Barzanî got, ku deverên ku berî destpêkirina operasyona kontrolkirina Mûsilê ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatine rizgarkirin, her dê di bin kontrola pêşmerge de bimînin.

    Li gorî nûçeya Rûdawê, Barzanî destnîşan kir ku çênabe gotûbêj li ser wan deveran û derketina hêzên pêşmerge ji wan cihan bên kirin.

    "DIBE GOTÛBÊJ LI SER DEVERÊN PIŞTÎ OPERASYONA MÛSILÊ BÊN KIRIN"

    Herwiha Serperiştê Mihwera Guwêr-Mexmûr a Hêza Pêşmerge bal kişand ser wê yekê ku ihtimal heye gotûbêj li ser wan herêman çêbibe yên ku piştî destpêkirina operasyona Mûsilê ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatine kontrolkirin.

    Civîna aşkerekirina programa Newroza 2017an li Amedê
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Barzanî derbarê mijarê de wiha got:

    "Ew navçeyên ku heta destpêkirina operasyonên kontrolkirina Mûsilê ji aliyê pêşmerge ve hatine kontrolkirin dê her di bin kontrola pêşmerge de bin û ev jî ne tiştekî wiha ye ku gotubêj li ser bên kirin. Lê ew navçeyên ku di heyama operasyona Mûsilê de ji aliyê pêşmerge ve hatine kontrolkirin, çêdibe ku gotubêj li ser wan bên kirin".

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Barzanî şîretên pêwîst li şanda PSKê kir’
    Mesrûr Barzanî: Alîkariya civata cîhanê bo penaberan gelek kêm e
    Barzanî û Ebadî li ser qonaxa piştî DAIŞê axivîn
    Hewramî li ser civîna Barzanî û Ebadî daxuyanî da
    Civîna Barzanî û Ebadî bi dawî bû
    Donald Trump ji bo Mesûd Barzanî nameyek şand
    Mesûd Barzanî: Li Rojava Kurdistana Xweser pêkan bû lê ew derfet êdî çû
    Etîketan:
    Sîrwan Barzanî, Giwêr, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de