12:41 25 Adar 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî - Heyder Ebedî

    '21 welatan serxwebûna Kurdistanê red nekir'

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 152108

    Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê Hêmin Hewramî da xuyakirin, şandên 21 welatên ku beşdarî Civîna Ewlekariya Cîhanî ya Munîhê bûne, serxwebûna Herêma Kurdistanê red nekirine.

    Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê Hewramî di Pêncemîn Dîdara Silêmaniyê de bi bîr xist ku şanda Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Mûnîhê bi şandeyên 21 welatên dinyayê re hevdîtin pêk anîn ku bi ti şêweyî wan welatan babeta serxwebûna Kurdistanê red nekiriye.

    Hewramî da zanîn ku hemû şandên welatên dinyayê Herêma Kurdistanê wek hevpeymaneke stratejîk binav kirine.

    BARZANÎ BO EBADÎ: WÊ KURD BIRYARA ÇARENÛSA XWE BIDIN

    Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê derbarê civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî ji televizyona K24ê re wiha axivî: "Yekem axaftina Serok Barzanî bo Ebadî ew bû ku Iraq piştî DAIŞê namîne wekî berî DAIŞê. Herwiha tekez kir ku Kurd wê biryara çarenûsa xwe bidin."

    Bi heman mijarî:

    Pentagon: Dê B-52 nikaribin sîstema parastina Rûsyayê derbas bikin
    ‘Barzanî şîretên pêwîst li şanda PSKê kir’
    NATOyê bo ‘hêzên çekdar’ hişyarî da Kosovayê
    Kantona Zurihê ya Swîsreyê bo mîtînga Çavuşoglu bê betalkirin serî li rayedaran da
    Li Guatemalayê şewata sêwîxaneyê: 19 zarok mirin
    Pîlotên frensî yên NATOyê: Rûsî ne dijmin in
    15mîn Meşa Şevê ya Femînîst li Taksîmê birêve çû
    'Hackerên ku Obama pê Rûsya tawanbar dikir, CIA bi xwe derket'
    Komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike êrişî Minbicê kirin
    Etîketan:
    '21 welatan serxwebûna Kurdistanê red nekir', Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de