04:56 23 Çile 2018
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Şandeya PSKê ya bi serokatiya Mesûd Tek

    ‘Barzanî şîretên pêwîst li şanda PSKê kir’

    © Foto: presidency.krd
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 76

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi Serokê Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) Mesûd Tek û şandeya ligel ku li Tirkiyê siyasetê dimeşînin re civiya û derbarê siyaseta kurd a li Tirkiyê de 'şîret' li wan kir.

    Li gor daxuyaniya fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê (SHK) di civîna 8ê Adarê ya bi Serokê Herêma Kurdistanê re de, rewşa siyasî û aborî ya Tirkiye, doza Kurd li Tirkiye hatine guftûgokirin û li ser astengî û gefên li ser xebatên siyasî yên kurdan li Tirkiyê hatiye rawestîn.

    BARZANÎ: DIVÊ NEXŞERÊYA SÎYASÎ HEBE

    Şandeya PSKê ji Barzanî daxwaz kir ji bo yekkirina mala kurd hewlên xwe berdewam bike û Barzanî jî wan xwest ku pêwîste bi rêya dîyalog û xebatên aştiyane nexşeya wan a siyasî li ser pirsa kurd a Tirkiyê hebe.

    BARZANÎ REWŞA HERÊMÊ ŞÎROVE KIR

    Di daxuyaniyê de hat gotin, 'Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî di hevdîtina şandeya PSKê de, rewşa siyasî ya navçeyê, Iraqê û paşaroja Kurdan li Sûriyê û hevkêşeyên navdewletî û herêmayetî şîrove kir û şîretên pêwîst li ser doza Kurd a li Tirkiyê li şandeyê kir.'

    Bi heman mijarî:

    NATOyê bo ‘hêzên çekdar’ hişyarî da Kosovayê
    Kantona Zurihê ya Swîsreyê bo mîtînga Çavuşoglu bê betalkirin serî li rayedaran da
    Li Guatemalayê şewata sêwîxaneyê: 19 zarok mirin
    Pîlotên frensî yên NATOyê: Rûsî ne dijmin in
    15mîn Meşa Şevê ya Femînîst li Taksîmê birêve çû
    'Hackerên ku Obama pê Rûsya tawanbar dikir, CIA bi xwe derket'
    Komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike êrişî Minbicê kirin
    Girê Menxer Xerbî yê stratejîk hat rizgarkirin
    Mevlut Çavuşoglu bernameya xwe yê li Holandayê betal kir
    Etîketan:
    Şandeya PSKê bi Barzanî re civiya, Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de