14:55 24 Çile 2018
Zindî
    leşkerên tirk-tank

    “Êrîşa li ser Minbicê tê wateya êrîşa li ser Sûriyeyê”

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 41

    Tê îdiakirin ku Artêşa Tirkiyeyê dê ji bajarê Grê Spî ve bikeve Kobaniyê û ji wir jî mudaxale li Minbibê bike. Perbirsê Karên Derve yê Kobaniyê Ewwas Elî ji Sputnikê re axivî û destnîşan kir ku erdên Tirkiyeyê dixwaze mudaxele lê bike axa Sûriyeyê ye. Ev ax girêdayê pergala welatekî ye. Êrîşa li ser Minbicê tê wateya êrîşa li ser Sûriyeyê.

    Hikmet Durgun

    Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) hatin wergirtin, Tirkiye amadekariya mudexaleyê bi ASAyê re dike ku ji Girê Spî ve bikeve Kobaniyê û ji vir jî mudaxale li Minbicê bike ku li herêmên di bin kontrola PYDê de naxwaze ku pêkhateyekî kurdî çêbibe. Lê ji ber leşkerên amerîkî li her sê bajaran hatine bicihkirin ev yek niha zehmet dixwiye.

    Perbirsê Têkiliyên Karên Derve yê Kobaniyê ya PYDê Ewwas Elî ji Sputnikê re axivî.

    ‘SEROKOMARÊ TIRKIYEYÊ DIBÊJÊ, LI KU PÊKHATEYEKE KURDÎ ÇÊBIBE EZ Ê MUDAXALE LÊ BIKIN'

    HSD - HSDê
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Ewwas Elî pirsa Tirkiye dê ji Girê Spî ve bikeve Kobaniyê û ji vir jî mudexale li Minbicê bike wiha bersivand: "Li gorî nêrînên me cihên ku dixwaze mudaxale bike axa Sûriyeyê ye. Eger êriş pêk werê tê wateya ku li wî welatî êriş hatiye kirin. Şam navenda pergala Sûriyeyê ye. Kesên ku dixwazin Sûriyeyê hilweşînin bila biçin Şamê. Tirkiye dixwaze axa Sûriyeyê dagir bike. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dibêje, li ku pêkhateyeke kurdî çêbibe, ez ê mudexale lê bikim. Şerê li Sûriyeyê ya Tirkiyeyê siyasî ye. Tirkiye gelek car gotibû ku em dixwazin ji bo sivîlan herêmek ewle ava bikin, lê bingeha vê siyasî ye. Tirkiye li Sûriyeyê li ser hebûn û tinebûna kurdan siyasete dike. Tirkiye armanca me ya fedaralîzmê naxwaze bi ser keve. Naxwaze kantonên Efrîn û Kobaniyê bigên hev du û naxwaze ku pêkhateyekî kurdî li bakurê Sûriyeyê çêbibe."

    "BILA DI NAVBERA KURD Û TIRKAN DE MIRIN ÇÊNEBIN"

    Elî ragihand ku şer bi gelê Tirkiyeyê re naxwazin û got: "Em dixwazin bi gele Tirkiyeyê re bi biratî bijîn. Bila di navbera kurd û tirkan de mirin çênebin. Divê gelê Tirkiyeyê jî li hemberî polîtikayên girêj têkoşînê bidin. Pişda xwe bidin kurdan û piştgirî bidin."

    Bi heman mijarî:

    Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Şervanên me tankeke Artêşa Tirkiyeyê ruxand
    Canikli: Bi ya me li Minbicê armanca Amerîka û Rûsyayê jî heman e
    Berpirsekî komeke ASAyê: Şerê me bi HSDê re li rojavayê Minbicê berdewam e
    Reuters: HSD ji Minbicê venakişe
    Pentegon: Leşkerên amerîkî li Minbicê hatin bicihkirin
    Encûmena Leşkerî ya Minbicê ji bo peymana li gel Rûsyayê daxuyanî da
    Li rojavayê Minbicê şer didome
    Etîketan:
    dagirker, ax, mudaxale, êriş, Sputnik, Ewwas Elî, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de