Cîgirê Sererkanê Pêşmerge yê Operasyonên Wezareya Pêşmerge destnîşan kir ku YNKê biryar daye piraniya fermandarên xwe yên nav Wezareta Pêşmerge biguherîne.
Qahreman Kemal wiha got; “Biryara guhertinan hatiye dayîn. Lê hûrgiliyên vê yekê hê temem nebûne û heta niha jî em di nav xwe de gotûbêjan dikin.”
Li gorî gotina berpirsyarê Wezareta Pêşmerge, dê di nav dîwana Wezareta Pêşmerge û derveyî dîwanê de jî guhertin bên kirin.
YNK di nav Wezareta Pêşmerge de xwediyê çend hêzan e. Hêza 70 ya YNKê ji 80 hezar pêşmergeyan pêk tê.
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)