06:41 28 Gulan 2018
Sewqiyata leşkerî - leşkerê tirk - Leşkerên tirkiyeyê

Artêşa Tirk derdorên çend gundên navçeya Amêdiyê topbaran kirin

© AP Photo / Ibrahim Usta
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Leşkerên artêşa Tirkiyeyê îro çend gundên li ser sînorê navçeya Amêdiyê ya Herêma Kurdistanê topbaran kirin.

Li gorî agahiyên NRTyê leşkerên Artêşa Tirkiyeyê îro danê sibehê di derdora saet 10.30an de derdora gundên Kêste, Wenizdorê û Riwîsê yên li ser sînorê Amêdiyê topbaran kirin.Hat gotin ku ew herêm nêzîkî 10 caran hatiye topbarankirin lê nehat zanîn di encama van topbaranan de ti ziyanê çêbûye an an.

Gundên navborî dikevin aliyê Berwariya Bilind a li ser sînorê nahiyeya Kanî Masê ya girêdayî navçeya Amêdiyê.

Hêjayî bibîrxisitnê ye ku balafirên şer ên artêşa Tirk di 6ê Adara 2017an de jî çend gundên li ser sînorê navçeya Amêdiyê bombebaran kiribûn.

Bi heman mijarî:

Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Şervanên me tankeke Artêşa Tirkiyeyê ruxand
Ebadî: Di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de hemahengiyeke baş heye
Artêşa Sûriyê çavkaniya herî mezin a avê kontrol kir
Sererqanê Artêşa Tirkiyê: Divê ev krîz bê çareserkirin
Artêşa Sûriyeyê çeperên DAIŞê yên li Dêra Zorê xist
Artêşa Tirk: Di operasyonên hewayî de 4 PKKyî hatin kuştin
Artêşa Sûriyeyê kontrola bîrên petrolê yên li Palmîrayê bidestxist
Etîketan:
topbarankirin, Artêşa Tirk, Amêdiye, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de