07:15 23 Çile 2018
Zindî
    Kerkûk

    Rêvebirê Asayîşê: Li Kerkûkê di nava penaberan de nêzîkî 120 DAIŞî hatin girtin"

    © Sputnik/ Dmitriy Vinogradov
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 22

    Li gorî daxuyaniya Rêvebirê Asayîşa Leylana Kerkûkê Kawa Perwez di nava çend mehên dawî de 120 DAIŞî di ji nav penaberan hatine desteserkirin.

    Kawa Perwêz di daxuyaniya xwe ya çapameniyê de ragihand ku erkê me ye em koçberan biparêzin. Zanyarî heye ku rêxistina terorîst a DAIŞê dixwaze vê navçeyê têk bide. Em jî wekî hêzên ewlekariyê ji bo pêşiya vê yekê bigrin amadene. DAIŞ bi berdewamî di nav koçberan de milîsên xwe dişîne Kerkûkê. Lê piraniya wan ji destê hêzên ewlekariyê rizgar nabin. Di nav çend mehên derbasbûyî de 118 milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê di nav koçberan de hatine girtin.

    Ji aliyê din ve Rêvebirê Polêsên Qeza û Nahiyeyên Kerkûkê Serhed Qadir di vê mijarê de got: "Li hember hemû egeran jî hêzên me amade ne û divê em li hêviya hemû tiştekî bin. Dibe ku ew bi van gotegotan bixwazin zanyariyên xelet bidin. Çi ji destê wan hat kirin lê serkeftî nebûn."

    Li gorî doneyên fermî yên bajarê Kerkûkê niha zêdetirî 600 hezar koçber li Hewîce, Diyala, Selahadîn, Enbar, Babil, Bexda û Nînowa û li Kerkûkê ne. Li Kerkûkê 6 kampên koçberan hene, du kamp ji aliyê asayîş û 4 kamp jî ji aliyê polêsan ve têne parastin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Kerkûkê 4 cenazeyên nenas hatin dîtin
    YNK hêzeke din a Pêşmerge dişîne bîrên petrol a Kerkûkê
    Şandina petrola Kerkûkê bo Ceyhanê ji nû ve dest pê kir
    YNK: Hêza ku li Kerkûkê dest danî ser bîrên petrolê girêdayî me ye
    Parêzgarê Kerkûkê: Divê partiyên kurdan rasterast bi DYAyê re biaxivin
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Rêvebirê Polêsên Qeza û Nahiyeyên Kerkûkê, Rêvebirê Asayîşa Leylana Kerkûkê, Serhed Qadir, Kawa Perwêz, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de