12:41 25 Adar 2017
Zindî
    Mesrûr Barzanî û Dr. Ebdula bin Ebdulezîz bin Mihemed Elrebîe

    Mesrûr Barzanî: Alîkariya civata cîhanê bo penaberan gelek kêm e

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1311

    Şêwirmendê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Gerînindeyê Giştî yê Dezgeha Şah Selman bo hevkariyên însanî Dr. Ebdula bin Ebdulezîz bin Mihemed Elrebîe kir û anî ziman ku kurd gelek bi başî ji êş û azarên wan penaber û koçberan ku ji ber şer û tundrewiyê berê xwe dane Herêma Kurdistanê têdigehêje.

    Her Barzanî bibîr xist civata cîhanê jib o penaberan ne li gorî ku heq dikin alîkariya însanî naşîne Herêma Kurdistanê. Di berdewamiya civînê de behsa dabînkirina mekanîzmeke baştir bo dabînkirina hevkariyên însanî bo penaber û koçberan û herwiha berfiretirkirina têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Siûdiye di warên cida cida hatine guftigokirin.

    Derbarê mijarê de Gerînindeyê dezgeha Şah Selman spasiya xelk û dezgehên hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku mêwandariya hijmareke zêde ji penaber û koçberan kiriye û hevkariya wan jî kiriye û anî ziman Siûdiye amade ye hevkariyên zêdetir yên însanî bi taybetî di warê erzaq û pêdiviyên tendirostî de zêdetir hevkariya wan koçber û penaberan bike. Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de got:"Çavên Siûdiyeyê di berfiretirkirina têkiliyên xwe yên di her warî de li gel Herêma Kurdistanê ye."

    ‘ALÎKARIYA ÎNSANÎ YA CIVATA CÎHANÊ KÊM E'

    Derbarê hevkarî kirina wan koçber û penaberan de jî Mesrûr Barzanî diyar kir ku heta niha ne civaka cîhanê û ne jî hikûmeta Îraqê weke pêwîst hevkariya hikûmeta Kurdistanê nekirine û Îraq jî netenê erkên xwe yên li hember Kurdistanê cîhbicîh nekiriye belku gelek caran jî astengî bo Herêma Kurdistanê derxistiye û pêşiya gehandina hevkariyên însanî kiriye û weke pêwîst jî hevkariya Kurdistanê nekiriye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Barzanî û Ebadî li ser qonaxa piştî DAIŞê axivîn
    Hewramî li ser civîna Barzanî û Ebadî daxuyanî da
    Civîna Barzanî û Ebadî bi dawî bû
    Donald Trump ji bo Mesûd Barzanî nameyek şand
    Mesûd Barzanî: Li Rojava Kurdistana Xweser pêkan bû lê ew derfet êdî çû
    Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê: Barzanî ji bo birakujî çênebe, ev erk qebûl kir
    Etîketan:
    Şah Salman, Dr. Ebdula bin Ebdulezîz bin Mihemed Elrebîe, Suûdî Arabîstan, Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de