06:49 29 Gulan 2017
Zindî
    Mesûd Barzanû Û Heyder el Ebadî

    Barzanî û Ebadî li ser qonaxa piştî DAIŞê axivîn

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4921

    Serokatiya Herêma Kurdistanê (SHK) li ser hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder el Ebadî ku 7ê Sibatê li Hewlêrê pêk hat daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bilî hemahengiya heyî, li ser qonaxa piştî têkşikandina DAIŞê jî gotûbêj di navbera her du şandeyan de hatiye kirin.

    Di daxuyaniya SHKê de hat gotin ku di hevdîtinê de Barzanî û Ebadî tekezî li ser bihêzkirina hemahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de kirine û li ser piştî şikandina DAIŞê berdewama vê hemahengiyê hatiye rawestîn.

    DI HEVDÎTINÊ HAT XWESTIN HEMAHENGÎ WERE BIHÊZKIRIN

    Li gor daxuyaniyê, di hevdîtinê de behsa pêşveçûnên meydanî yên dawî yên operasyona azadkirina Musilê li Rojhilat û Rojavayê bajêr hatiye kirin, her du alîyan pîrozbahiya serkeftinên serbazî yên dijî DAIŞê li hevdu kir, pêzanînên xwe ji hev du re parve kirin û ji bo misogerkirina aramiyê li ser bihêzkirina hemahengiya di navbera Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge de rawestiyan.

    Herwiha hat ragihandin, di navbera şandeyên her du aliyan de, li ser proseya siyasî ya pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî gotûbêj hatiye kirin.

     

    Bi heman mijarî:

    TSK derbarê civîna li Antalyayê de daxuyanî da
    Hewramî li ser civîna Barzanî û Ebadî daxuyanî da
    Li Behra Spî dîsa erdhej pêk hat
    Artêşa Sûriyeyê çeperên DAIŞê yên li Dêra Zorê xist
    Biryara komiysona YEyê Pûtîn û Orban kêfxweş kirin
    Rûsya: Moşekê ajotî ji bejahî ber bi hewan ve yê menzîl dirêj û pêşketî me ceriband
    Fermandarê amerîkî: Di demek kin de bajêr dê bi temamî were kontrolkirin
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de