01:46 30 Gulan 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî - Heyder Ebedî

    Civîna Barzanî û Ebadî bi dawî

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4924

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî piştî serdana xwe ya Mûsilê gihişte Hewlêrê û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civinek li dar xist. Herwiha piştî civînê daxuyanî nehat dayîn.

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro serdana hêzên Iraqê yên ku beşdarî operasyona rizgar kirina Mûsilê bû ne kir û bi fermandarên leşkerî re civîn pêk anî.

    Piştî serdana xwe ya Mûsilê Ebadî serdana Herêma Kurdistanê kir û bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê gihîşt Kurdistanê.

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya li Serokwezîrê Irakê Heyder Ebadî kir.

    Hate ragihandin ku Ebadî di vê serdanê de li gel Barzanî û berpisên din ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevdîtinan pêk bîne.

    PÊWENDIYÊN DI NAVBERA HEWLÊR-BEXDAYÊ Û QONAXA PIŞTÎ DAIŞê DÊ GOTÛBEJ BIKIN

    Hat zanîn ku Ebadî û Barzanî dê di hevdîtinê de li ser şerê li dijî DAIŞê û bi taybetî operasyona Mûsilê, pêwendiyên navbera Hewlêr-Bexdayê, pirsgirêkên navbera her du aliyan û çawaniya çareserkirina wan pirsgirêkan û qonaxa piştî DAIŞê û şêwaza rêvebirina Mûsilê piştî DAIŞê gotûbêjan bikin.

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî çû serdana Mûsilê
    Li Bexdayê li dijî Ebadî xwepêşandan: 19 kes birîndar bûn
    Parlementera kurd li parlementoya Iraqê: Ebadî mafê cotyarên kurd nade wan
    Heyder Ebadî û Rex Tillerson hevdîtin pêk anî
    Heyder Ebadî ji hêzên Iraqê xwest ku rêzê li mafên mirovan bigire
    Mesûd Barzanî û Heyder Ebadî li Almanyayê civiyan
    Etîketan:
    gotûbej, qonax, peywendî, serdan, DAIŞ, Heyder Ebadî, Mesûd Barzanî, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de