22:30 26 Gulan 2018
Nêçîrvan Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê: Alîkariya civaka navdewletî ne di asta pêwîst de ye

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh li Hewlêrê bi şandeyeke Yekitiya Ewropayê re civiya û diyar kir ku alîkariya Bexda û civaka navdewletî ne di asta pêwîst de ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh li Hewlêrê pêşwaziya Berpirsyarê komisyona Karûbarên Mirovî û qeyranan a Yekîtiya Ewropayê Christos Styliandes û şandeya li gel wî kir. Cîgirê Serokwezîr Qûbad Talabanî û hejmarek wezîrên Herêma Kurdistanê jî beşdarî civînê bûn.

Şandeya ewropî ji ber parastina hemû pêkhateyan û pêşwazîkirina mexdûrên şerê terorê spasiya gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê û herwiha Hêzên Pêşmerge kir. Şandeyê dilxweşiya xwe ji bo hevahengiya leşkerî di navbera Bexda û Hewlêr eşkere kir û xwest ku ev hevahengî di warên din de jî zêde bibe.

Komiserê Karûbarên Mirovî û Qeyranên Yekîtiya Ewropayê Christos Stylianides teqez kir ku hevkariya Yekîtiya Ewropayê ji bo penaber û koçberên Herêma Kurdistanê dê berdewam bike û diyar kir ku alîkariyên di warên tenduristî û perwerdehiyê de dê ji bo herêmên kontrolkirî bên şandin.

"KÊMBÛNA DERMANAN JI BER ŞERÊ MÛSILÊ YE"

Herwiha Christos Stylianides destnîşan kir ku ji bo sivikkirina qeyranê dê hevkariya Herêma Kurdistanê bikin.

Ji aliyê din ve Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî bal kişand hatina koçber û penaberan ku bûye sedem ku rêjeya şêniya Herêma Kurdistanê ji sedî 35 zêde bibe.,

Barzanî diyar kir ku serbazên Artêşa Iraqê yên li Mûsilê birîndar dibin li Herêma Kurdistanê tên dermankirin û diyar kir ku ev yek sedema kêmbûna dermanan e li nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê.

Serokwezîrê Kurdistanê got, di vî warî de Bexda û civaka navdewletî bi awayê pêwîst alîkarî nedane wan û got; “Pêwîst e civaka navdewletî bi awayekî cidî li ser vê pirsê raweste."

"KURDISTAN AMADE YE HEMÛ KÊŞEYÊN XWE YÊN BO NEXDAYÊ RE BI DIYALOGÊ ÇARESER BIKE"

Herwiha Barzanî teqez kir ku divê Herêma Kurdistanê jî sûdê ji wan deynan bigire yên ku Iraq ji bankaya navdewletî distîne.

Barzanî diyar kir ku Hewlêr amade ye hemû pirsgirêkên xwe yên li gel Bexdayê bi rêya diyalogê çareser bike lê niha Hikûmeta Iraqê bi şerê Mûsilê ve mijûl e.

 

 

Bi heman mijarî:

Sedemên çûnûhatinên Barzanî; aborî, PKK, serxwebûn û têkiliyên bi cîranan re
Di salvegera koça xwe ya dawî de Mele Mistafa Barzanî tê bîranîn
Serokê OSPê: Rojeva hikûmeta AKPê referandûm, a Barzanî serxwebûn e
Berdevkê HDPê Baydemir: Serdana Barzanî nîşaneya geşedanên baş in
Hevdîtina Barzanî û Erdogan demjimêrekê dom kir
'Barzanî daxwaza berdana hevserokên HDPê kir'
Etîketan:
Nêçîrvan Barzanî, Christos Styliandes, Ewropa, Iraq, Hewlêr, Bexda, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de