13:06 24 Gulan 2018
    Alaya Herêma Kurdistanê

    Bûdçeya hilbijartinên parlamento û serokatiya Herêma Kurdistanê hat pesendkirin

    © Flickr / kurdistan4all
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 126

    Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijardinên Herêma Kurdistanê diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûdçeya hilbijartina parlamentoyê û serokatiya herêmê pesend kir.

    Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Herêma Kurdistanê Şîrwan Zirarnebî îro di civîna çapemeniyê de got, "Em dixwazin amadekariyên hilbijartinan werin bidawîkirin."

    Zirarnebî wiha berdewam kir: "Piştî ku me ji bo pesendkirina bûdçeya sala 2017an du nivîs ji Encûmena Wezîran û Wezareta Darayî û Aborî re hat şandin, Komîsyona Pesendkirinê di 6ê Adara 2017an de ji bo komisyonê û bûdçeyeke taybet ji bo her du hilbijartinên parlamento û serokatiya herêmê pesend kir. "

    Berdevk Şîrwan dest nîşan kir ku ji bo her du hilbijartinan 22 milyar dînar hatiye terxankirin.

    Bi heman mijarî:

    'Her metirsiya li ser Rojava, ji bo Herêma Kurdistanê jî metirsî ye'
    Encûmena Wezîran a Kurdistanê ji bo 26 saliya raperînê peyamek weşand
    Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê: Barzanî ji bo birakujî çênebe, ev erk qebûl kir
    PDK: Ne mumkin e ku PKK di nav sînorên Herêma Kurdistanê de bibe xwedî gotin
    'Di rojekê de 6 hezar koçberên Mûsilê çûn herêma Kurdistanê'
    Ji Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî daxuyaniya Şingalê
    KCD, DBP, TJA û HDPê bang li Serokê Herêma Kurdistanê kirin
    Etîketan:
    bûdçeya hilbijratinan, Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Herêma Kurdistanê, Şîrwan Zirarnebî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de