10:28 24 Çile 2018
Zindî
    Serhildana Kurdistanê ya sala 1991ê

    Şerê Kendavê û Serhildana Silêmaniyê

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 129

    Di 7ê Adara 1991ê de kurdên bajarê Silêmaniyê li hemberî desthilatiya Sedam Hisên rabûn serhildanê. Başe firsend û derfetên serhildanê çi bûn? Kê piştgiriya kurdan kir? Serhildana kurdan çi li herêma Kurdistanê guherand?

    Serokê Dewleta Iraqê Sedam Hisên di 2ê Tebaxa 1990î de bi 4 tûmênên leşkerî, Hêza Hewayî, komandoyên bejayî û bi hêza taybet di nava rojan de hemû Kûweyt îşxal kir. Piştî îxalê Hisên Kûweyt kire bajarê xwe yê 19mîn û Elî Hesen el Mecîd jî wekî walî tayîn kir. Di encama îşxalê de zêdetirî 400 hezar kûweytî welat terikandini, malbata qraliyetê û karmendên paye bilind ê dewletê jî xwe spartin Erebîstana Siûdî.

    AMERÎKA MUDAXELEYA IRAQÊ KIR

    Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ji bo ku artêşa Iraqê ji Kûweytê vekişe û dawî li îşxalê bînê 12 pêşniyarên çareseriyê pêşkêşî serokatiya Iraqê kirin. Hewldan û xebatên qanihkirina KENY û civaka navneteweyî 7 mehan dewam kirin, lê Sedam Hisên dev ji îşxalê berneda. Li gorî çavkaniyên bêalî di wî maweyê 7 mehê îşxalê de gelek dewlemendiyên Kûweytê hatin talankirin û bi hezaran însan hatin girtin.

    Piştî hemû hewldan û xebatên qanihkirinê vala derketin û Hisên dev ji îşxala Kûweytê berneda, di 17ê Rebendana 1990î de hêza hevpeyman ku Amerîkayê pêşengiya wê dikir û ji 40 dewletên wekî Îngîltere, Fransa, Erebîstana Siûdî û Misir jî di nav de pêk dihat li hemberî artêşa Iraqê dest bi operasyona hewayî kir. Operasyona hewayî hetanî 24ê Sibatê domkir û wê rojê hêza hevpeyvan operasyona bejayî jî da destpêkirin û di roja 5an a şerê bejayî de artêşa Iraqê şikest û bi temamî ji Kûweytê vekişiya. Di encama şer de di navbera 20 û 35 hezaran de însan mirin, lê li gorî hinek texmînên bêalî sivîl jî di nav de zêdetirî 100 hezar însanî jiyana xwe ji dest da.

    Serhildana Kurdistanê ya sala 1991ê
    © Foto: Facebook
    Serhildana Kurdistanê ya sala 1991ê

    SEDAM BI RÊBAZÊN TUND SERHILDAN TEFAND

    Artêşa Iraqê li hemberî hêza hevpeyman xwe negirt û gengaz ma ku ji Kûweytê vekişe. Sedam Hisên vekişiya lê vê carê li başûrê welat li herêma Basrayê şîe îsyan kirin û di demeke kin de serhildana şîe gihîşte nêzîkî Bexdayê, lê rêvebiriya Sedam bi rêbaz û metodên pir tund serhildana şîe tefand. Ev şêweyê mudaxeleya tund a artêşa Iraqê di civaka navneteweyî bû sedema bertekên dijwar. Sedam serhildana şîe bi metodên tund tefand, lê vê carê li bakurê welat li Kurdistanê çirûskên berxwedanê vêket. Ji aliyê din ve nêzîkî du milyon kurd bi tirsa Enfal û Helepçeyeke nû herêm terikandin û xwe li sînorê Îran û Tirkiyeyê dan.

    LI KURDISTANÊ ÇIRÛSKA SERHILDANÊ VÊKET

    Li Kurdistanê çirûska pêşî di 5ê Adarê de li navçeya Ranya ya bi ser bajarê Silêmaniyeyê ve veket û pêl bi pêl li temamê bajar û navçeyên Kurdistanê ew agirê şoreş û berxwedanê belav bû. Kurdên Ranyayê bi jin, zarok, extiyar, ciwan û hemû şêniyên bajêr ketin kolanan û li hemberî rejima dîktator a beas serî hildan. Piştî serhildanê, leşkerên rejima beas ji Ranyayê vekişiyan û vêcarê agirê serhildanê di 7ê Adarê de li bajarê Silêmaniyê vêket. Kurdên ku birçiyê azadî û serxwebûnê bûn di demeke kin de bi şêweyên destan û qahremanî bajêr rizgar kirin û leşkerên rejima beas û dîktator ku bibûn qatilê bi hezaran kurdên bêguneh ji wir qewirandin.

    Piştî ku li Silemaniyê ji terefê qahremanên kurd ve hate rizgarkirin agirê serhildanê wekî yê Newrozê pêl bi pêl li hemû navçe û bajarên Kurdistanê belav bû. Di 11ê Adarê de pêla berxwedanê gihîşte Hewlêrê û ji wir jî li Dihok, Koyê, Şeqlawa, Helebçeyî Şehîd, Amêdiyê, Mexmûr, Zaxo, Agirî, Derbendîxan, Kelar, Çarta, Pênciwîn, Seyîd Sadiq, gund û çiyayên kurdan belav bû. Agirê serhildanê herî dawî bi agirê Baba Gurgur re bû yek û di roja Newrozê de jî bajarê ku wekî dilê Kurdistanê tê bi nav kirin Kerkûk rizgar kirin û bi alaya pîroz xemilandin.

    Şerê Kendavê
    © Wikipedia/
    Şerê Kendavê

    KURDISTAN BER BI SERXWEBÛNÊ VE DIÇE

    Kurdan rêvebiriya navçe û bajaran bi dest xistibû û ji aliyê din ve jî nêzîkî 2 milyon kurd li sînorê Îran û Tirkiyeyê asê mabûn û metirsiya ku Sedam Hisên li hemberî wan qetlîamên komî pêk bîne hebû. Di bin banê Neteweyên Yekbûyî (NY) de bi navê Operasyona Aramî operasyoneke rizgarkirinê hat destpêkirin. Amerîka di meha Nîsana 1991î de tevgera hewa û bejayî ya bakurê paralela 36emîn ji hikûmeta Iraqê re qedexe kir û hêzeke navneteweyî ya bi navê Hêza Wezîfeya Hevpar li herêma Kurdistanê bi cih kir û bi vî awayî li bakurê Iraqê rê li ber rêvebiriyeke kurd a vekir.

    Bicihbûna Hêza Wezîfeya Hevpar li herêma Kurdistanê û qedexeya firînên bakurê parelala 36emîn statuyek ji Kurdistanê re çêkir. Bereya Kurdistanî hetanî hilbijartina yekemîn a 19ê Gulana 1992an herêm birêve bir û piştî hilbijartinê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ava bû û ev rewş hetanî mudaxeleya Amerîka ya 2003an dewam kir. Piştî 2003an kurd bûne şirîkê Parlamentoya Iraqê, Destûra Bingehîn û ala Iraqê guherandin, destê wan li Bexdayê xurt bû û Kurdistan niha bi serxwebûnê bi heml e.

    Bi heman mijarî:

    'Her metirsiya li ser Rojava, ji bo Herêma Kurdistanê jî metirsî ye'
    Encûmena Wezîran a Kurdistanê ji bo 26 saliya raperînê peyamek weşand
    Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê: Barzanî ji bo birakujî çênebe, ev erk qebûl kir
    PDK: Ne mumkin e ku PKK di nav sînorên Herêma Kurdistanê de bibe xwedî gotin
    Peymana Cezayîrê, şikestina şoreşa kurdan û encamên wê
    Etîketan:
    Şerê Kendavê, Serhildana Silêmanî û bajarên din ên Kurdistanê, Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), Sedam Hisên, Silêmanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de