16:37 22 Gulan 2018
    Ala Îsraîlê

    Hahamê kurd ê cihû di 117 saliya xwe de koça dawî kir

    © Flickr /
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Nûnertiya Kurdên Cihû ya Wezareta Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê daxuyand ku Hahamê kurd ê bi navê Zekeriya Beraşî di temenê xwe yê 117 salî de li welatê Îsraîlê jiyana xwe ji dest da.

    Nûnertiya Kurdên Cihû ya Wezareta Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku Hahamê kurdê cihû yê bi navê Zekeriya Beraşî di temenê xwe yê 117 salî de di 6ê Adara 2017an de li welatê Îsraîlê koça dawî kir.

    Nûnertiyê di daxuyaniya xwe de di derbarê Hahamê kurd de ev tişt gotin, "Haham Zekeriya ji malbateke kurdên cihû yên Zaxoyê bû û di dawiya salên 1950yan de koçî xaka sozdayî kiriye."

    Di daxuyaniyê de hat derbirîn ku Haham Zekeriya di warê parastina çand û zimanê kurdî û komkirina kurdên cihû, bi taybetî jî yên li Orşelimê de roleke mezin lîsitye û her wiha li Îsraîlê di mijara jiyana bihevre ya olan de jî gelek xebat kiriye.

    Etîketan:
    jiyana xwe ji dest da, Hahamê kurd ê cihû, Zekeriya Beşarî, Herêma Kurdistan, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de