06:20 23 Gulan 2017
Zindî
    Civîna Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê, YNK, Goran, Yekgirtû, Komele li gel nûnerên Rojava û PYDê

    'Her metirsiya li ser Rojava, ji bo Herêma Kurdistanê metirsî ye'

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 197134

    Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Yûsif Mihemmed Sadiq û nûnerên Tevgera Goran, YNK, Komele û Yekgirtû li gel Hevserokên Desteya Rêveberî ya Federala Bakurê Sûriyeyê û nûnerên PYDê yên li Herêma Kurdistanê civiyan.

    Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Yûsif Mihemmed Sadiq û nûnerên Tevgera Goran, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Komeleya Îslamî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê îro li gel Hevserokên Desteya Cîbicîkirin a Federala Bakurê Sûriyeyê û nûnerên artiya Yekîtî ya Demokratîk (PYD) ên li Herêma Kurdistanê civiyan.

    Hat ragihandin ku di civînê de mijarên wekî bûyerên vê dawiyê yên li Şingalê, peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Kantonên Rojava de û Kongreya Neteweyî hatin guftûgokirin.

    Di destpêka civînê de Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Yûsif Mihemmed Sadiq behsa piştgirî û biryara parlamentoyê ya ji bo piştgiriya Kantonên Rojava û şandina hêzê pêşmerge bo Kobanê kir û got, "Her metirsiya li ser Rojava, ji bo Herêma Kurdistanê jî metirsî ye."

    Hevseroka Desteya Cîbicîkirin a Federala Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif jî di civînê de got, "Şer xizmeta kurdan nake. Divê em niha li ser Kongreya Neteweyî bisekinin, agirê şerê navxweyî geş nekin." Foza Yûsif di dewama axaftina xwe de spasiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê kir û got, "Em spasiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê dikin ku her tim bi giyanê neteweyî piştgiriya hêzên her çar perçeyên Kurdistanê kir. Divê parlamento wê rola xw eya mezin dîsa bilîze, ne ku deriyê xwe bigire."

    Bi heman mijarî:

    Encûmena Wezîran a Kurdistanê ji bo 26 saliya raperînê peyamek weşand
    Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê: Barzanî ji bo birakujî çênebe, ev erk qebûl kir
    PDK: Ne mumkin e ku PKK di nav sînorên Herêma Kurdistanê de bibe xwedî gotin
    'Di rojekê de 6 hezar koçberên Mûsilê çûn herêma Kurdistanê'
    KCD, DBP, TJA û HDPê bang li Serokê Herêma Kurdistanê kirin
    Parlamenterê Kurd bangî berpirsên Herêma Kurdistanê û PKKê kir
    Etîketan:
    civîn, Hevseroka Desteya Cîbicîkirin a Federala Bakurê Sûriyeyê, Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Yûsif Mihemmed Sadiq, Foza Yûsif, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de