22:39 19 Mijdar 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Mesûd Barzanî: Li Rojava Kurdistana Xweser pêkan bû lê ew derfet êdî çû

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    2263410

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir ku rewşa Rojhilata Navîn a niha dişibe rewşa ‘perçebûna Çekoslovakya û Yugoslavyayê' û ji bo rewşa Rojava jî got, "Pêkan bû li wir Kurdistaneke Xweser pêk bihata lê ew derfet ji dest çû êdî."

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo rojnameya La Stampa ya Îtalyayî axivî û rewşa Rojhilata Navîn a niha şiband perçebûna Çekoslovakya û Yugoslavyayê. Barzanî di axaftina xwe de got, "Gelên Ewropaya Rojhilat çawa bûn xwediyên dewletên xwe, mafê Kurdan jî heye ku bibin xwedî dewlet."

    Mesûd Barzanî li hevgirtina axa Iraqê daxuyand ku daxwaza parastinê ya hevgirtina axa Irraqê heye û wisa berdewam kir, "Lê rastî didin nîşan ku Iraq ji ber pirsgirêkên bêçareserî perçe bûye. Sunnî û Şîa ev hezar û 400 sal in şerê hev dikin û qurbaniyên vî şerê wan jî em Kurd in. Divê formulekî nû yê bihevrebûnê were dîtin."

    ‘SERXWEBÛNA KURDISTANÊ WÊ LI HERÊMÊ BIBE SEDEMA REWŞEKE BIÎSTIQRAR'

    Barzanî li ser delwetbûn û serxwebûna Herêma Kurdistanê û bandora wê ya li ser Îran, Tirkiye û Erebistana Siûdiyê jî ev tişt gotin, "Serxwebûna Kurdistanê wê li vê herêmê rewşeke bi îstiqarar pêk bîne. Me têra xwe xwîn û bêedaletî dît. Civaka me xwe dispêre serdestiya hiqûqê, rêzgirtina li qayideyên demokratîk, bihevre jiyana nasnameyên cuda û pirpartîbûnê. Em ji bo kêmkirina qeyranên li Rojhilata Navîn dikarin tevkariyê bikin. Wê ev ji bo berjeqendiyên hemû kesan be."

    ‘SIBEROJA KURDÊN LI SÛRIYEYÊ DIXE BER RÎSKÊ'

    Serokê Herêma Kurdistanê li ser pirseke ‘xweseriya we dikare rê li ber xweseriya Kurdistana Sûriyeyê veke' jî got, "Ev pêkan bû lê mixabin ew derfet ji dest çû."

    Barzanî di derbarê sedema vê yekê de jî wisa berdewam kir: "Ji berk u YPGê alîkariya PKKê qebûl kir. YPGê alîkariya rejîma Beşar Esad jî qebûl kir. Ev yek ew j ime dûrxistin. Ez hêvî dikim ku wê fikirên xwe biguherînin lê ev polîtîkayên wan ên şaş siberoja Kurdên li Sûriyeyê dixe ber rîskê. Ev rewş tenê li gorî berjewendiyên PKKê ye."

     

    Bi heman mijarî:

    Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê: Barzanî ji bo birakujî çênebe, ev erk qebûl kir
    Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê: Heke ku Barzanî biser nekeve dê Artêşa tirk bikeve dewrê
    Ji Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî daxuyaniya Şingalê
    Serokê MHPê bo AK Partiyê: Yan me yan Barzanî tercîh bikin
    Şandeyeke payebilind a Rûsyayê serdana Barzanî kir
    Di salvegera koça xwe ya dawî de Mele Mistafa Barzanî tê bîranîn
    Sedemên çûnûhatinên Barzanî; aborî, PKK, serxwebûn û têkiliyên bi cîranan re
    Etîketan:
    çûn, derfet, Rojnameya La Stampa ya Îtalyayî, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de