15:41 25 Gulan 2018
Şerê li Şingalê

Heyder Şeşo: Em bi berpirsên PKKê û Pêşmerge re axivîn

© AP Photo / Seivan Selim
Kurdistan
Lînkê kurt
0 40

Fermandarê Hêzên Parastina Êzidxanê Heyder Şeşo diyar kir, ku wan bang li berpirsên pêşmerge û PKKê kirine daku şer û pevçûnên di navbera xwe de bidin rawestandin.

Li ser pevçûnên li herêma Xanesora nahyeya Sinûnê ya Şingalê Fermandarê Hêzên Parastina Êzdîxanê Heyder Şeşo got: "Mixabin bi awayekî nexwestî herdu alî rûbirêyê hev bûne. Di dema pevçûnan de me bi berpirsên pêşmerge û PKKê re pêwendî danî û daxwaza rawestandina pevçûnan kir. Herdu alî jî erênî bersiv dane me."

'EM HÊVÎDAR IN KU BERPIRSÊN SIYASÎ LI SER REWŞA ŞINGALÊ RAWESTIN'

Şeşo ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku ji ber şer tenê gelê kurd zirar dibîne û wiha axivî: "Em hêvîdar in, ku berpirsiyarên siyasî yên herdu aliyan jî li ser rewşa Şingalê rawestin û li ser wê yekê planan bikin ka çawa xelkê Şingalê vegerin warên xwe. Ne ku hêz xwe li ser herêmê bikin desthiladar û şerê birakujiyê derbikeve."

'HERDU ALÎ JÎ RAZÎ BÛNE'

Fermandarê Hêzên Parastina Êzidxanê da zanîn, ku wan bi berpirsê KCKê Zekî Şingalî û Sererkanê Pêşmerge Cemal Mihemed û fermandarê pêşmerge Serbest Sindorî axiviye û got; "Herdu alî jî razî bûne bi hevre rûnin û çareseriyekî peyda bikin."

'XELKÊ ŞINGALÊ ŞER NAXWAZIN'

Heyder Şeşo amaje bi wê yekê kir, ku xelkê Şingalê naxwaze şer di navbera hêzên kurdî de çêbibe û got; "Xelkê Şingalê naxwaze aliyên siyasî bên wan bikarbînin û di encamê de jî şer di navbera wan de derbikeve. Lewma ez bang li Şingaliyan dikim bila nebin aliyekê şerê birakujiyê. Pêşiya pevçûnan bigrin. Gelê Şingalê vê yekê bike dê hemû kes rêzê ji wan re bigre."

Bi heman mijarî:

Fermandarê YBŞê: Pêşmergeyên Roj bi plana Enqereyê hatine Şingalê
Osman Baydemir: Na Ji Birakujiyê re
Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê: Bila PKKê ji Şingalê derkeve
PAK, PDK-Bakur û PSK wê referandûmê boykot bikin
KCD: Partî û hêzên Kurdistanê divê xwedî li destkeftiyên gelê êzidî derkevin
Gulpî: Şandina Pêşmergeyên Rojava ji bo Şingalê biryareke ne rast e
PDK-Bakur, PAK û PSK: Bila birakujî were rawestandin
Etîketan:
Hêzên Parastina Êzdîxanê, Hêzên Pêşmerge, KCK, Serbest Sindorî, Cemal Mihemed, Zekî Şingalî, Heyder Şeşo, Şingal, Sinûnê, Xanesor
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de