08:22 27 Gulan 2018
Pêşmerge

"Pêşmergeyên Roj ji bo vegerin herêmên xwe hatibûn ser sînor"

© REUTERS / Ari Jalal
Kurdistan
Lînkê kurt
0 21

Endamê Polîtbîroya Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Sûriyeyê Muslim Muhemed derbarê pevçûnên li Şingalê de ji Spûtnîkê re axivî û diyar kir ku ev şer ji hêzên girêdayî PKKê ve hatiye destpêkirin.

Dilyar Amûdî

Muslim diyar kir ku Pêşmergeyên Kurdistanê dixwazin ew hêzên girêdayî ji Şingalê derkevin û derbarê awayî pevçûnan dest pê kiriye de wiha axivî: "Hêzên girêdayî PKKê di hundirê wê herêma erdnîgarî de cih giritye û dernakevin. Hêzên Kurdistanê anku pêşmerge dixwazin derkevin, ji ber xerîb in ji wê derê. Hêzên Pêşmerge diçûn Xanesorê, lê wan hêzên girêdayî PKKê rê li ber wan girt û wiha şer derket."

Duh danê sibehê hêzeke bi qasî 500 şervanên Pêşmergeyên Roj hatibûn ser sînorê navbera Herêma Kurdistanê û Rojava û ber êvarî hêzeke din jî hatibû şandin.

Muslim diyar kir ku Pêşmergeyên Roj amadekariyê dikin ku vegerin Rojava û wiha got: "Pêşmergeyên Roj ji bo vegerin herêmên xwe hatibûn ser sînor. Lê dem hîn ne diyar e.

"PEYMANA VEGERÊ HATIYE ÎMZEKIRIN"

Amadekariyên xwe dikin ji bo vegerin herêmên xwe û peyman jî hatiye îmzekirin. Peyman li gel hêzên navdewletî jî pêk hatiye."

Derbarê wan aliyên ku peyman bi wan re hatiye îmzekirin de Muslim destnîşan kir ku ew mijareke leşkerî ye û nabe derbarê wê de biaxive lê teqez kir ku PYD û YPG hîn ev peyman nepejirandiye û razî nebûne hêzên Pêşmergeyên Roj derbasî Rojava bibin.

"RAZÎBÛNA TIRKIYEYÊ JÎ MERC E"

Muslim diyar dike ku pêwîst e ku hêzên navdewletî û herêmî razî bibin daku Pêşmergeyên Roj dakevin Rojava lewra razîbûna Tirkiyeyê jî merc e û wiha dibêje:

Ji bo daketina Pêşmergeyên Roj pêdivî bi lihevkirin û razîmendiya hêzên herêmî jî heye, anku divê Tirkiye jî razî bibe. Anku divê hêzên herêmî û hêzên navdewletî razî bibin.

Helbet ya herî baş ew bû ku me bikariya rêkeftinên PYD û ENKSê yên Hewlêr û Duhokê bianîna cih.

"DYA LI SER XETÊ YE DAKU LIHEVKIRINÊ PÊK BÎNIN"

Rayedarê PDK-Sê diyar dike ku DYA navbeynkariyê dike daku lihevkirin çêbibe û wiha berdewam kir: DYA li ser xetê ye û dixwaze lihevkirinekê çêke û baştir e ku ew razî bibin û bi lihevkirinekê pêk werin. Eger ev lihevkirin çênebe jî, ew ê dakevin. Ji ber dixwazin dakevin welatê xwe û erdên xwe biparêzin. "

Muslim balê dikişîne ser giringiya qonaxa ku kurd tê re derbas dibin û dixwaze ku hemû alî bi biaqilî tevbigerin daku vê fersenda dîrokî ji destên xwe nebin û wiha dibêje: Divê em bikarin bêtir mafên kurdan biparêzin û em ber bi şerê birakujiyê ve neçin. Şerê birakujiyê, şerê xwekujiyê ye. "

"BILA JI BO BERJEWNDIYÊN KURDAN TÊBIKOŞIN"

Herwiha Muslim bang dike daku kurd li dijî terorê têbikoşin û berjewndiyên kurdan biparêzin daku mafên wan bi dest bixin û ji bo PKK wiha dibêje: Bêtir em dixwazin ku PYD û PKK li xwe vegerin û bizanin ku bi şer nikarin ti tiştî bi dest xwe xînin û bikarin bi biaqilî li ser mijarê vegere û Pêşmergeyên Kurdistanê Sûriyeyê vegerin welatê xwe.

Em hêvî dikin ku ew lihevkirin çêbibe ku em bikarin herêmên Kurdistana Sûriyeyê bi hev re bi rê ve bibin ji ber yek hêzeke bi tena serê xwe Kurdistana Sûriyeyê biparêze û bi rê ve bibe. "

Li ser pirsyarekê bê dibe têkiliya wê pevçûnên Şingalê bi vê meseleya daketina Pêşmergeyên Roj bo Rojava ve heye yan na, Muslim wiha dibêje: "Bi texmîna min heye, ji ber ne razî ne û naxwazin yek tevgerê ji pêşmergeyên roj bibînin. Çawa dibînin ku tevger heye, aciz dibin."

 

Bi heman mijarî:

Berdevkê Pêşmergeyan: Pevçûnên li Şingalê rawestiyane
'Li Şingalê 1000 DAIŞî hatin kuştin'
Li Şingalê goreke komî ya êzidiyan hat dîtin
"PKKê dê ji Şingalê û Artêşa Tirkiyeyê jî dê ji Başîqayê derkeve"
Parlamentarê Iraqî: Bexda ji bo derketina PKKê ji Şingalê ne cidî ye
Şandeya lêkolînkirina 'Jenosîda Şingalê' dest bi xebatê kir
Barzanî: Derketina ji Şingalê, him di berjewendiya PKKê de ye û him di ya Kurdistanê de ye
Etîketan:
ypg, YPG, PYD, ENKS, Pêşmerge, Muslim Mihemed, Kurdistana Sûriyeyê, DYA, Kurdistan, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de