06:51 18 Hezîran 2018
Yekîtî Niştimanî Kurdistanê (YNK)

YNK: Hêza ku li Kerkûkê dest danî ser bîrên petrolê girêdayî me ye

© Foto: Twitter
Kurdistan
Lînkê kurt
0 21

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan bi ser bîrên petrola Kerkûkê de girtine û diyar kir ku ev ji bo Iraqê hişyariyek e.

Endamê Encûmena Serkirdayetî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê Şaxa YNKê yê Kerkûkê Aso Mihemed di civîneke çapemeniyê de got hêza ku îro li Kerkûkê bi ser bîrên petrolê de girt, girêdayî wan e û ev yek ji bo hikûmeta Iraqê hişyariyek e.

Mihemed debirî ku divê hikûmeta Iraqê girêdayî peymana di derbarê petrola Kerkûkê de be û wiha axivî: "Divê li Kerkûkê parzingehek were sazkirin. Em êdî neheqiyên hîn zêde qebûl nakin. Divê Bexda li gorî peymana ku îmze kiriye tevbigere. Ev hefteyeke em demê didin wan. Divê Kerkûkî li vê derê bixebitin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêzeke kurd îro li ber destê sibehê li Kerkûkê bi ser bîrên petrola Şîrketa Petrola Bakur a Iraqê de girtibûn û beşa wê ya AT1ê zeft kiribûn, ku petrola Herêma Kurdistanê di xeta boriyên wê beşe re ji bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê tê şandin.

Bi heman mijarî:

Hêzeke kurdî dest danî ser îstasyoneke Şirketa Petrola Bakur a Iraqî
Iraq û Îranê li ser petrola Kerkûkê peyman îmze kir
Hinardeya petrola Kerkûkê bo Tirkiyê ji nû ve dest pê kir
Şandina Petrola Kerkûkê ji bo Tirkiyê sekiniye
Waliyê Kerkûkê Kerîm: Beşek ji petrola Iraqê niha diçe ji Herêma Kurdistanê re
Etîketan:
bîrên petrolê, Endamê Encûmena Serkirdayetî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê Şaxa YNKê yê Kerkûkê, Aso Mihemmed, Kerkûk
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de