13:44 24 Hezîran 2018
Çandinî

Wezîrê Herêma Kurdistanê: Çandinî divê cihê petrolê bigire

© Sputnik /
Kurdistan
Lînkê kurt
0 31

Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê Abdulsetar Mecîd ragihand ku ew hewl didin çandinî cihê petrol û gazê bigire.

Abdulsetar Mecîd ragihand ku Saziya Bilind a Aboriya Kurdistanê û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî wisa qenaet anîn ku pêwîst e ji dêvla petrol û gazê, ji bo hatiniyê çavkaniyeke din bibînin.

Herwiha Wezir Mecîd eşkere kir: "Amarên Wezareta Çandiniyê, Encumena Wezîran li ser vê mijarê razî kir. Çandinî çavkaniya yekem e ku dêvla petrol û gazê hate qebûlkirin, Turîzm û qadên din jî piştî çandiniyê tên."

Li gor raporta sala 2016an a Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê li Herêma Kurdistanê 1 milyon û 219 hezar û 821 hektar erd, ji bo çandinê guncaw e. Ev qad ji sedî 34.96ê axa Herêma Kurdistanê ye.

Bi heman mijarî:

Komeleya Karsazan ji ber navê 'Kurdistan' hat girtin
Nûnerê Hikûmeta Kurdistan: Bila kurdên Sûriye û Iraqê jî tev li civînên Astanayê bibin
Parlamentarê MHPê: Kurdistan nîne, Turkomanya heye
'Divê bo xatirê ewlehiya Îsraîlê, Kurdistan neyê avakirin'
Li ser trêneke Almanyayê ‘Bijî Kurdistan' dinivîse
Şîretkarê Barzanî yê berê Mohemed Cuma: Îsraîl û Kurdistan dê ji neçariyê federaliyê çêkin
Etîketan:
Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê li Herêma Kurdistanê, Encumena Wezîran, Saziya Bilind a Aboriya Kurdistanê û Serokwezîr, Desteya Ragihandina Encumena Wezîran ya Iraqê, Abdulsetar Mecîd, kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de