06:45 19 Sibat 2018
Zindî
    Hevdîtina Mesûd Barzanî û Recep Tayyîp Erdogan li Stenbolê

    Barzanî: Em bi Erdogan re li ser her tiştî axivîn

    © Foto: Serokomariya Tirkiyê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    222

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser hevdîtina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan da xuyakirin ku li ser hemû mijaran hatiye axaftin û hevdîtin gelek baş derbas bûye.

    Serokê Herêma Kurdistanê di serdana xwe ya Tirkiyê de, piştî civîna Stenbolê ya bi Serokomar Erdogan re ji televizyona Rûdawê re diyar kir ku hevdîtin gelekî baş derbas bûye û li ser hemû mijaran gotûbêj hatiye kirin.

    Hêjayî gotinê ye di vê serdana Barzanî ya Tirkiyê de babeta herî zêde li ser nîqaş hatibû kirin pirsa serxwebûna Herêma Kurdistanê bû ku dihat pêşbînîkirin Barzanî wê babetê jî bi Tirkiyê re gotûbêj bike.

    Barzanî û şandeya digel wî piştî hevdîtina bi Erdogan re derbasî paytexta Tirkiyê Enqereyê bû ku dê sibe di çarçoveya danûstandinên siyasî yên serdana xwe ya Tirkiyê de, bi Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim re jî bicive.

     

    Bi heman mijarî:

    Ji bo El Babê sewqîyata leşkerî hat kirin
    Tirkiyê ji bo Azerbaycanê Ermenîstan şermezar kir
    Hat îdiakirin ku gule bi ser otomobîla wezîrê tirk de hatine reşandin
    Nokia 3310 a kevin bi kirasekî nû hat!
    Zaxarova: Min efû bikin
    Mîrê Êzidiyan ji Almanyayê vegerîya Herêma Kurdistanê
    Polîsên ku li Tirkiyê perwerdeya xwe qedandin derbasî Sûriyê bûn
    Etîketan:
    Barzanî: Em bi Erdogan re li ser her tiştî axivîn, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de