09:45 23 Hezîran 2018
YNK û Goran

YNK ji bo diyarkirina nexşerêya xwe civiya

© Foto: fb
Kurdistan
Lînkê kurt
0 24

Civata Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan YNKê, bi serpereştiya Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî Kosret Resûl Elî, civiya û nexşereya YNKê gotûbêj kir.

Di civînê de rewşa jiyana welatiyan, pirsa qeyrana aborî û paşketinên derheqê rewşa aboriyê hatine guftigokirin.

'MIXABIN HÊZÊN KURDISTANÎ NEKARIN PIRSAN ÇARESER BIKIN'

YNK derbarê vê mijarê de daxuyaniyek weşand û got:"Xema sereke ya YNKê û Serkirdayetiyê ye ku di çendîn xalên nexşerêyê de hatiye behskirin û pêşniyarên çareseriyê hatine kirin. Rewşa navçeyê û paş serkeftina bi ser DAIŞê de derî ji bo egerên cûrbicûr û xemgîniyê vekirî hiştiye. Lê, mixabin, hêzên Kurdistanî nekarine pirsgirêkên siyasî çareser bikin."

PÊWISTE BI LEZGÎNÎ PENGAV BÊNE AVÊTIN

Her wiha hat gotin:"Di nav YNK de pirsgirêk hebûn. Lê bi bêhnfirehî û xemxuriyê civîn hat encamdan û biryar jî hat dayîn ji bo çareseriya guncaw ji bo arîşan diyar bikin. Derbarê pirsa mûçeyên fermanber û karker û hemû mûçexwiran de di demekê de ku civîn bi hêviyê; reformên di sazî û dezgehan û sîstema bayometrî û bilindbûna nirxê neftê û dahatê hukûmetê dinirxîne di heman demê de ligorî civîna Serkirdayetiyê, pêwîste bi lezgînî û praktîkî pêngav ji bo çareserkirina pirsên xelkê, mûçe, bazar û bankan bên dîtin bi taybetî, pêwîstî bi çawanî çareserkirina arîşa dayîna paşakefta mûçe û dilniyayiyê heye." YNK her wiha balê kişand ser pirsa DAIŞê jî û got:"Di derbarê rewşa siyasî de çiqasî serkeftina leşkerî bi ser DAIŞê de dîrokiye, egerên siyasî yên metirsîdar jî nabe bên pişguhxistin. Bi taybetî li navçeyê, metirsiyên cûda di rojeva hukûmetên li herêmê de hene di derbarê dujminatiya demokrasiyê û sepandina rêkeftineke nexwast de."

 

 

 

Bi heman mijarî:

YNK bi armanca gûftûgokirina çareseriyê dicive
YNK û Tevgera Goranê îro li hev dicivin
YNK wê di bin serokatiya Mam Celal de civînê li dar bixe
PDK û YNK ji bo bihêzkirina şanda Bexdayê danûstandinê dikin
Ji ser êrîşa mezin a bi ser PDK û YNK de 13 sal derbas bûn
Etîketan:
YNK, Kosret Resûl, Herêma kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de