18:04 24 Hezîran 2018
Çiyayê volkanîk - agirîn

Rêwitiya çiyagerên çar aliyan li çiyayê Helgûrtê

© Sputnik/ Evgeniy Neskoromniy
Kurdistan
Lînkê kurt
0 11

Ji çar aliyên welat çiyagerên kurd bihevre hilkişiyan ser çiyayê Helgûrtê ku çiyayê herî bilind yê li Herêma Kurdistanê ye.

Piştî rêwitiyek du rojan Koma çiyagerên Çiyayê Helgûrtê û Federasyona Çiyagerên Kurdistanê, çiyagerên herçar parçeyên Kurdistanê li Çiyayê Helgûrt kom kirin. Berpirsê Koma Çiyagerên Helgûrt Salar Çûmanî jî di nav de gelek çiyagerên ji çar aliyên bajarên kurdan bi giştî 53 kesan hilkişiyan ser çiyayê. Çiyayê Helgûrt xwedî rêzeçiyayên herî bilind ên Hesarûse û dikeve nav sînorên bajarokê Balekayetî yê girêdayî qezaya Çûman a bi ser Hewlêrê ve ye. Çiyayê Helgûrtê 3 hezar û 607 metre ji bahrê bilindtir e. Her wiha Helgûrt çiyayê Herêma Kurdistanê yê herî bilinde jî.

 

Etîketan:
Federasyona Çîyagerên Kurdistane, Salar Çûmanî, Helgûrt
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de