21:32 19 Tebax 2017
Zindî
    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

    Nêçîrvan Barzanî bi şandeyeke Kongreya Amerîkayê re hevdîtin pêk anî

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1954

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi şandeke Kongreya Amerîkayê re civiya û şerê li dijî DAIŞê, pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û têkiliyên Kurdistanê û Amerîkayê nirxandin.

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Hewlêrê pêşwazî li şandeke Kongreya Amerîkayê ya bi serokatiya endamê kongreyê Jeo Wilson û çend dîplomat û fermanderên leşkerî yên pê re kir.

    Li gorî agahiyên li ser malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de ku Joe Wilson kêfxwaşiya xwe derheqê serdana xwe ya duyem bo Herêma Kurdistaê û pêşketinên Kurdistanê anî ziman û rola xelkê û hikûmetê û pêşmergeyên Kurdistanê di tekoşîna li dijî terorê û parastina hemû pêkhateyan de bilind nirxandiye.

    Hate ragihandin ku Wilson, hêviya xurtkirina zêdetir a têkiliyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê kiriye û tekezî li ser berdewamiya alîkariyên Washingtonê bo Herêma Kurdistanê kiriye.

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrwan Barzanî jî di vê civînê de spasiya xwe ji bo vê serdanê û berdewambûna alîkariyên Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê, bi taybet di şerê li dijî DAIŞê û pêşkêşkirina perwerdehiya leşkerî bi hêzên pêşmerge kir.

    ‘JI BER SEDEMA KRÎZA ABORÎ BAREK GIRAN KETIYE SER MILÊ KURDISTANÊ'

    Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin, ku bi sedema krîza darayî, bargiriyaniyek gelek mezin ji Herêma Kurdistnê re çê bûye û tekez kir ku Bexda jî alîkariyan nade Kurdistanê û hêvî xwast, ku civaka navnetewî alîkariyên pêşkêşî Herêma Kurdistnê bike.

    ‘TÊKILIYÊ DI NAVBERA HEWLÊR Û BEXDAYÊ DE BAŞ IN'

    Derbarê peywendiyên di navber Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de jî, Serokwezîr Barzanî eşkere kir ku ji aliyê leşkerî ve hemahengiyeke baş di navber her du aliyan de (Hewlêr û Bexda) de heye û têkilî asayî ne, lê belê ji aliyên din ve bi taybet jî di çareserkirina arîşeyên hilawîstî de ti pêşkevtinek çê nebûye.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Tirk derdora gundên Herêma Kurdistanê bombebaran kir
    'Pêşniyara YNKê ji bo çareserkirina kêşeya Serokatiya Herêma Kurdistanê'
    Hollande soza piştevaniya Kurdistanê da Barzanî
    Rosneft, wê ji Herêma Kurdistanê petrole bistîne
    'Em ê di derbarê hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê de dozê vekin'
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diçe Fransayê
    Brett McGurk: Hevkariya me ya ji bo Herêma Kurdistanê wê bidome
    Etîketan:
    kêfxweşî, têkilî, şer, alîkarî, hevdîtin, DAIŞ, Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de