21:42 19 Tebax 2017
Zindî
    balafirên tirk-balafirên şer yên tirk-

    Artêşa Tirk derdora gundên Herêma Kurdistanê bombebaran kir

    © AP Photo/ Anatolia, Kenan Gurbuz
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1932

    Artêşa Tirk îro danê sibehê saet di 10.00an de çend gundên li derdora Nêrwe Werêkan û Doskiya Jorîn ên girêdayî bajarokên Şêladizê û Dêrelûkê yên Herêma Kurdistanê topbaran kirin. Her wiha balafirên şer ên Artêşa Tirk jî ji saet 13.30an şûnde jî gundên derdora Qendîlê bombebaran kir.

    balafirên tirk-balafirên şer yên tirk-
    © AP Photo/ Anatolia, Kenan Gurbuz
    Li gorî agahiyên NRTyê welateyikî ji bajaroka Şêladizê diyar kir ku îro danê sibehê saet di derdora 10.00an de şeş caran dengê topbaranên Artêşa Tirkiyeyê li paş Çiyayê Kurejarê hatiye bihîstin û got dengê wan topbaranan gelekî bi hêz bû.

    Her wiha hat diyarkirin ku derdora gundê Doskiya Jorîn jî hatiye topbarankirin û bombebarankirin û hat destnîşankirin ku di encama topbaran û bombebarankirinên Artêşa Tirk de gelek zevî, rez û baxên welatiyan rastî zirarê hatine.

    Ji aliyê din ve hat hînbûn ku balafirên şer ên Artêşa Tirkiyeyê îro ji saet 13.30 û şûnde jî derdora gundên Zergelê û Pirdeşalê yên girêdayî herêma Qendîlê jî bombebaran kiriye û ew bombebaran bi qasî saetekê berdewam kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Tirkiyeyê herêmên ku endamên PKKê lê ne, bombebaran kirin
    Balafirên Tirkiyeyê Zapê bombebaran kirin
    Balafirên tirk herêmên Qendîl û Metînayê bombebaran dikin
    Rûsyayê li Reqqayê DAIŞ bombebaran kir
    Helîkopteran hin herêmên Rojava bombebaran kirin
    Balafirên şer ên Tirkiyeyê tûnelên DAIŞê yên li El Babê bombebaran kirin
    Balafirên tirk herêma Xinerê bombebaran dikin
    Etîketan:
    NRT, Artêşa Tirk, Herêma Kurdistanê, Doskiya jorîn, Şêladiz, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de