06:11 24 Hezîran 2018
Mike Pence û Mesûd Barzanî

Barzanî û Cîgirê Serokê Amerîkayê dicivin

© Foto : twitter
Kurdistan
Lînkê kurt
0 20

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro bi cîgirê serokê Amerîkayê Donald Trump, Mike Pence re dicive.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku ji bo Konferansa Ewlekariya Cîhanê li Munhen a Almanyayê ye, hat ragihandin ku dê îro bi Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence re bicive.

Piştî hevdîtina bi Pence re tê çaverêkirin Barzanî digel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, Wezîrê Karê Derve yê Îtalyayê Paulo Gentilonî û Serokwezîrê Iraqê Heyder el Ebadî re jî hevdîtinê bike.

Mike Pence ku berî niha jî bi Barzanî re hevdîtin kiribû, ev cara pêşî ye wek cîgirê serokê Amerîkayê bi Barzanî re dicive.

Rojnamevanê Tirk Fîkret Bîla jî îro di nivîsa xwe de, hevdîtinên Barzanî yên li Munhenê yên asta bilind bi rayedar û serokdewletan re, wek amadekariya ragihandina serxwebûnê nirxandibû.

Bi heman mijarî:

Di Rewşa Awarte de bersiva herî zêde: Fikira min tune
Ji alîgirên Rûsî bo futbolhezên Îngilîz: Baweriyê bi BBCyê neyînin, bibin mêvanê me
Qeymeqamê Şingalê: Destên veşartî nahêlin êzidî bên rizgarkirin
Lavrov û Stoltenberg li ser dahatuya pêwendiyên Rûsya-NATOyê axivîn
Zerîf: Gava DAIŞê êrîşî Hewlêrê kir, tenê Îran çû bi hawara kurdan ve
Di çarçoveya êrîşa Wêranşarê de, 26 kes hatin desteserkirin
Etîketan:
Konferansa Ewlekariya Cîhanê ya Munhenê, Mike Pence û Mesûd Barzanî, Herêma Kurdistanê, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de