10:22 26 Adar 2017
Zindî
    Yekîtî Niştimanî Kurdistanê (YNK)

    Polîtburoya YNKê: Em ê bi rêkeftina li gel Tevgera Goranê ve girêdayî bin

    © Foto: Twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2031

    YNK îro roja îniyê li Silêmanî bi serpereştiya Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî Kosret Resûl, civîna xwe ya asayî lidarxist û diyar kir ku wê li gorî rêkeftinên xwe yên li gel Tevgera Goranê tevbigerin. Herwiha hat amaje kirin ku wan bo başkirina jiyana gel rêşnivîsek amade kirine û li benda pesendkirina wê ne.

    Ykîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) îro li Silêmaniyê civîna xwe ya asayî li dar xist. Piştî civînê endamê polîtbûroya YNKê Saîd Ehmed Pîre derbarê naveroka civînê bi civîneke çapemeniyê eşkere kir.

    Ehme Pîre di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew li ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û bi hûrgilî civîna Serkirdayetiya Hevbeş ya YNKê axivîne û li ser van mijaran hinek nîqaş kirine.

    ‘YNK WÊ BI RÊKEFTINAN GIRÊDAYÎ BE'

    Herwiha di dewama daxuyaniyê de tê gotin ku wê YNK li gorî rêkeftina xwe ya li gel Tevgera Goranê tevbigere û  bi wan ve girêdayî be.

    Saîd Ehme Pîre amaje kir ku hin xalên ku neanîne cih hene ku sedema wan jî wekî hikumet, veqetîna ji parlementoyê û hinek şert û mercên din eşkere kir.

    QUBAD TALABANÎ WÊ BI KOMÎSYONA YNKÊ Û TEVGERA GORANÊ RE BICIVE

    Herwiha di daxuyaniya ku li ser malpera YNKê hatiye belakirin hate gotin ku Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, wek serokê tîma YNKê li hukûmetê, îro çarşemê, dê ligel komisyoneke hevbeş ya YNKê û Tevgera Goranê bicive. Di civînê de wê li ser xalên rêkeftinê yên ku ji pêwendiya wan bi hikumetê re heye re bê axaftin.

    ‘BAŞKIRINA REWŞA JIYANA WELATIYAN XALA SEREKE YE'

    Di dewma daxuyaniyê de hat amajekirin ku wê di demek nêz de YNK bo li ser pirsgirêkên Herêma Kurdistanê biaxive li gel Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) re bicive. Herwiha hat diyarkirin ku wan derbarê pirsigirêk û çareseriyan de reşnivîsek jî amade kirine û ger ji aliyê serkirdayetiya YNKê ve bê pesendkirin dê bibe projeya resmî ya YNKê û îsal dê bê cîbicîkirin.

    Li gorî daxuyaniya YNKê di projeya reşnivîsê de xala sereke başkirina rewşa jiyana welatiyan e.

    Bi heman mijarî:

    YNK û Tevgera Goranê îro li hev dicivin
    YNK wê di bin serokatiya Mam Celal de civînê li dar bixe
    PDK û YNK ji bo bihêzkirina şanda Bexdayê danûstandinê dikin
    Ji ser êrîşa mezin a bi ser PDK û YNK de 13 sal derbas bûn
    Etîketan:
    jiyana gel, hevdîtin û çareserî, ynk û tevgera goran, reşnivîs, saîd ehmed pîre, silêmanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de