16:07 14 Kanûn 2017
Zindî
    Operasyona rizgarkirin a Mûsilê ji destê DAIŞê

    'Nêzîkî 28 hezar birîndarên şerê Mûsilê li Hewlêrê tên dermankirin'

    © AP Photo/ Bram Janssen
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 30

    Ji destpêka operasyona rizgarkirin a Mûsilê heta niha nêzîkî 28 hezar birîndarên şerê Mûsil û derdora wê hatine nexweşxaneyên Hewlêrê û li wir tên dermankirin.

    Li gorî agahiyên malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêveberiya Giştî ya Tenduristî ya Hewlêrê diyar kir ku ji destpêka operasyona rizgarkirin a bajarê Mûsilê heta niha 28 hezar birîndarên ji Mûsil û derdora wê rakirine nexweşxaneyên Hewlêrê.

    Hat ragihandin ku nêzîkî 14 hezar birîndarên sivîl û leşker di encama şer û pevçûnan de birîndar bûne û nêzîkî 14 hezar nexweşên sivîl ên din jî rastî nexweşiyên cuda cuda bûne û ji berk u li Mûsil û derdora wê xizmetdayîna tenduristiyê nemaye, hatine Hewlêrê û li wir tên dermankirin.

    Hat diyarkirin ku birîndarên sivîl bi piranî ji ber gulebaran û teqemeniyan birîndar bûne, bi taybetî jî di rojên kontrolkirina taxên rojhilatê Mûsilê de. Her wiha hat destnîşankirin ku li Mûsilê dema Nexweşxaneya Selam hat kontrolkirin jî gelek nexweş li wir hebûn.

    'IRAQ DI ASTA PÊWÎST DE PIŞTGIRIYÊ NADE'

    Rêveberiya tenduristiyê derbirî ku şerê Mûsilê rasterast bandoreke mezin li Hewlêrê kir û got, "Wek nimûne, li nexweşxaneyan derman û pêdiviyên bijîşkî kêm bûn. Ew derman û pêdiviyên bijîşk ji bo 8 mehan bû lê di nava 2 mehan de bi dawî bûn."

    Di derbarê piştgiriya Iraqê de jî hat diyarkirin ku piştgiriya Iraqê ya ji bo dermanan sînordar e û ne di asta pêwîst de ye û hat gotin ku tenê heta astekê bi tîmên nexweşxaneyê piştgirî da. Rêveberiyê eşkere kir ku wan ji bo çareseriya vê kêşeyê piştgirî ji hikûmeta Iraqê xwestiye lê hikûmetê bi awayekî pêwîst bersiv nedaye wan û got hinek rêxistinên cîhanî jî bi awayekî sînordar piştgirî daye wan.

    Bi heman mijarî:

    Iraq: Amadehiyên ji bo operasyona rojavayê Mûsilê hatine temamkirin
    Li Mûsilê êrişên xwekujî: 14 kuştî û 34 birîndar
    DAIŞê li Mûsilê 2 êrîşên xwekujî pêk anîn
    Li Mûsilê êrîşa DAIŞê: 24 kesan can da
    Li Mûsilê du teqîn rû dan: Herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest da
    NY: DAIŞê êrişî sivîlên ku dixwazin ji Mûsilê derkevin dike
    Di operasyona Mûsilê de 600 gund û navçe hatine rizgarkirin
    Etîketan:
    dermankirin, birîndar, Rêveberiya Giştî ya Tenduristî ya Hewlêrê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hewlêr, Mûsil, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de