08:28 30 Gulan 2017
Zindî
    Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê

    Endamekî Yekgirtû: Îran ne li dijî serxwebûna Kurdistanê ye

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4732

    Endamekî serkirdayetiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê diyar kir ku Îran ne li dijî serxwebûna Herêma Kurdistanê ye.

    Li gorî nûçeyeke Kurdistan24ê Endamê Serkirdayetiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Yehya Omer Rêşawî di derbarê serdana Yekgirtû ya ji bo Tehranê axivî û got Îran ne li dijî serxwebûna Herêma Kurdistanê ye lê wan diyar kir ku divê rêxistinên kurd ên Herêma Kurdistanê nakokiyên navbera xwe çareser bikin.

    Rêşawî her wiha balkişand ser ku Îran xwestiye ku peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi hêztir bibe.

    Hêjayî bibîsxistinê ye ku şandeke Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li ser vexwendina rêveberiya Îranê çend roj berê di bin serokatiya Sekreterê Giştî yê Yekgirtûyê Selaheddîn Mihemed Behaeddîn de çû bû Tehranê û li wir bi Serokê Parlamentoya Îranê Elî Laricanî û Şêwirmendê Rêberê Rûhanî yê Îranê Elî Ekber Wilayetî re civiyabû.

    Di civînê de her du rayedarên Îranê jî balkişandibûn ser hevgirtina axa Iraqê û gotibûn Îran yekîtiya axa Iraqê diparêze.

    Bi heman mijarî:

    Şandeke Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê çû Îranê
    Yekgirtûya Îslamî bersiv da daxuyaniya Mihemed Hacî Mahmûd
    Serokê Yekgirtûya Islamî: Baweriya xelkê bi rewşê nemaye
    PDK û Yekgirtûya Îslamî li hevdu civiyan
    Sekreterê Yekgirtû: Serxwebûna Kurdistanê çi qas zûtir be, wê ew qas baş be
    Etîketan:
    serxwebûn, Endamê Serkirdayetiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Yehya Omer Rêşawî, Îran, Iraq, Bexda, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de