08:28 30 Gulan 2017
Zindî
    Cîgirê Serokomarê Iraqê Usame Nuceyfi

    Cîgirê Serokomarê Iraqê: Em ê ji serxwebûna Kurdistanê re rêzdar bin

    © AP Photo/ Karim Kadim
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7551

    Cîgirê Serokomarê Iraqê û Serokê Berê yê Parlementoya Iraqê Usame Nuceyfî nîqaşên li ser ragihandina serxwebûna Herêma Kurdistanê nirxand.

    Nuceyfî got: "Gelê Herêma Kurdistanê biryara xwe ya serxwebûnê dê bide. Emê jî rêz li ber vê biryarê bigirin."

    Cîgirê Serokomarê Iraqê Nuceyfî di hevpeyvîna xwe ya televizyona Rûdawê de, bal kişand ser wê yekê ku ‘hin komên Şîe dixwazin êrîşî Herêma Kurdsitanê bikin.'

    Nuceyfî li ser operasyona berdewam a Mûsilê jî ragihand: "Em li ser mijara Mûsilê bi fikar in. Hin komên ku ketine Mûsilê, li dijî baweriyên wî bajarî dirûşman dibêjin û alên xwe radikin."

    'PIŞTÎ KONTROLKIRINA MÛSILÊ DÊ LEŞKERÊN TIRK VEKIŞIN'

    Nuceyfî herwiha mijara hebûna leşkerên Tirkiyê li Başîkê jî nirxand û got, "Biryar hat dayîn ku leşkerên Tirkiyê ji Başîkê vekişin, lê ev biryar piştî kontrolkirina Mûsilê dê were bicihkirin."

    Bi heman mijarî:

    Pentagonê bersiva Rûsyayê neda
    Trump: Biryarnameya nû ya ser koçberan hefteya pêşiya me amade ye
    ‘Di operasyona hewayî ya Tirkiyeyê ya li El Babê de 24 sivîl jiyana xwe ji dest dan'
    Trump: Demokrat ji bo têkçûna xwe meşrû bikin, 'Çîroka Rûsyayê' lihev anîn
    Li Sûriyeyê, Rûsya 3 Tirkiyeyê jî 6 binpêkirinên agirbestê tespît kirin
    Parlamentarê Sûrîyê: DAIŞ ji roja roj ve îradeya welatên biyanî bi cî tîne
    Etîketan:
    Kurdistan, Iraq, Cîgirê Serokomarê Iraqê Usame Nuceyfi, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de