11:34 18 Tebax 2017
Zindî
    DAIŞ

    DAIŞ zarokên Êzidî yên ku direvîne dike xwekuj

    © AFP 2017/ File
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3040

    DAIŞ zarokê Êzidî yên ku di Tebaxa 2014an de ji Şingalê revandin, dike xwekuj. DAIŞê herî dawiyê li ser medyaya civakî di vîdeoyekê de da nîşan ku wan 2 zarokên Êzidî kirine xwekuj.

    Hikmet Durgun

    DAIŞê duh li ser medyaya civakî vîdeoyeke bi qasî nîvê saetê belav kir û di vîdeoyê de beşdarbûna 2 zarokên Êzidî ya ji bo DAIŞê û êrîşên wan ên xwekujiyê cih digirt. Her wiha zarokên Êzidî di vîdeoyê de behs dikirin ku ew çawa beşdarî DAIŞê bûne û di nava wan de 2 birayên Êzidî yên 15-16salî jî hebû, ku DAIŞê navê Ebû Yûsif û navê Ebû Xettab li wan zarokan kiribû.

    ZAROKAN BI KURDÎ GOTIN: ME PERWERDEHÎ DÎT Û EM XWE DI NAVA GAWIRAN DE DITEQÎNIN

    Zarokê Êzidî yê bi navê Ebû Yûsif Sincarî bi kurdî diaxivî û digot, "Me li Şingalê perestiya şeytên dikir û me li ser navê Xwedê sond nedixwar. Em di nava nezaniyê de bûn û me tiştên heram dikirin."

    Zarokê bi navê Ebû Yûsif di dewama axaftina xwe de digot, "Me gava li baregehên Dewleta Îsalmê perwerde dît, me ola Îslamê nas kir û me ji bo êrîşên xwekujiyê navên xwe wek fedaiyên xwekuj nivisî."

    HER DU BIRAYAN XWE TEQANDIN

    Xortê bi navê Ebû Xettab jî di vîdeoyê de digot, "Em têkevin nava gawiran û xwe biteqînin." Di encama vîdeoyê de jî tê dîtin ku ji wan birayan yekî xwe li Rojhilatê Mûsilê, yê din jî xwe li Rojavayê Mûsilê li bejahiya Tilaferê diteqîne.

    Di derbarê mijarê de Serokê Rêveberiya Karên Êzidiyan a girêdayî Wezareta Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê Xeyrî Bozanî ji bo Sputnikê axivî û got DAIŞ zarokên Êzidiyan ên ku revandine di êrîşên xwekujiyê bikar tîne û hezar zarokên Êzidî jî ji bo êrîşên xwekujiyê perwerde kiriye.

    'DAIŞ PÊŞIYÊ WAN ZAROKÊN ÊZIDÎ DIKIN MISLIMAN'

    Bozanî wiha berdewam kir: "Rast e, DAIŞ zarokên Êzidî yên ku direvîne, dike xwekuj. Li ser Facebookê di derbarê vê mijarê dîmen parve kirin. Zêdetirî hezar zarokên Êzidî di destê DAIŞê de ne. DAIŞ pêşiyê wan zarokên Êzidî yên ku direvîne, dikin misliman. Nahêlin ez zarok wek Êzidî bimînin. Paşê rêxistin di derbarê du mijaran de wan perwerde dike. Di mijara şeriata Îslamê de wan perwerde dike. Paşê ji bo wan bikin xwekuj, perwerdehiyê dide wan. Em nizanin heta niha çend zarokên Êzidî wek xwekuj hatine bikaranîn lê em dizanin ku zêdetirî hezar zarokên Êzidî di mijara xwekujiyê de tên perwerdekirin."

    'LI IRAQ Û SÛRIYEYÊ ZÊDETIRÎ HEZAR ZAROKÊN ÊZIDÎ DI DESTÊ DAIŞê DE NE Û PERWERDEHIYA XWEKUJIYÊ DÎTIN'

    Xeyrî Bozanî di derbarê çavkaniyê van agahiyan de derbirî ku wan ev agahî ji zarokên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin giritine û ev tişt gotin: "Me heta niha 13 zarokên Êzidî ji destê DAIŞê rizgar kirin. Li Iraq û Sûriyeyê zêdetirî hezar zarokên Êzidî di destê DAIŞê de ne lê herî zêde li Sûriyeyê li aliyê Reqqayê ne. Ji ber ku li herêma Mûsilê şer heye, rêxistinê piraniya wan zarokan birin aliyê Reqqayê. DAIŞê tenê ne zarok, jinên Êzidî jî birin aliyê Reqqayê."

    Bozanî dest nîşan kir ku wan heta niha 2 hezar û 900 Êzidî ji destê DAIŞê rizgar kirine û got, "Li gorî agahiyên ku me girtine, DAIŞê heta niha 2 hezar Êzidiyên di destê xwe de kuştine." Bozanî herî dawiyê ji bo rizgarkirina Êzidiyan ji destê DAIŞê ji her kesî alîkarî xwest.

    DAIŞ di 3ê Tebaxa 2014an bi çekên giran êrîş biribû ser bajarê Şingalê yê ku 450 hezar kes lê dijiya û dest danîbû ser bajêr û gundên wê. Hêzên Pêşmerge û Hêzên HPGê di Mijdara 2015an de Şingal ji destê DAIŞê rizgar kiribûn û DAIŞê gava bajar terikand bi hezaran Êzidî revandibû û piraniyan wan jî kuştibû.

    Bi heman mijarî:

    'Dayîna 45 milyon dolaran bo rizgarkirina jinên êzidî dereweke mezin e'
    Zarokê Êzidî ku DAIŞê revandibû gihîşt malbata xwe
    Îro roja 'Cejna Çileya Zivistanê' ya kurdên êzidî ye
    'DAIŞê li Mûsilê keçên êzidî bi komî bir cihên din'
    5 kurdên êzidî li Mûsilê û 9 jî li Sûriyeyê hatin rizgarkirin
    3 xortên kurdên êzidî li Swîsreyê jiyana xwe ji dest dan
    YPJ: Li Reqqayê 601 jinên êzidî hatin rizgarkirin
    Etîketan:
    DAIŞ, Serokê Rêveberiya Karên Êzidiyan a girêdayî Wezareta Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê, Xeyrî Bozanî, Reqqa, Mûsil, Sûriye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de