05:41 21 Mijdar 2017
Zindî
    Perestgeha Laleşê

    Şandeya jenosîdnasînê ya Îtalî serdana Laleşê kir

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2840

    Şandeya parlamentarên Îtalî ku ji bo jenosîd nasandina karesata Şingalê 50 îmzeyên ji parlamentoya Îtalyayê kom kirine, serdana Perestgeha Laleşê kir.

    Şandeya Îtalî ku li Laleşê ji aliyê Cîgirê Mîrê Êzidiyan û Encumena Ruhanî ya Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg ve hat pêşwazîkirin, hewildanên xwe yên bo nasandina jenosîda êzidiyan parve kir.

    Li gor nûçeya kdp.infoyê Cîgirê Mîrê Êzdiyan diyar kiriye ku parlamentoya Îtalyayê bi 50 îmzeyan yasayeke xebatên bo nasandina jenosîda êzidiyan li dadgeha navdewletî derxistiye û hewildanên xwe bo wê yekê berdewam dikin.

    Hat ragihandin ku Mîr Tehsîn Beg ji şandeyê re behsa mezinbûna karesatê kiriye û daxwaz ji şandeya Îtalî kiriye alîkariya zêdetir bidin êzidiyan.

    Bi heman mijarî:

    Rênûmaya referandûma Tirkiyê hat weşandin
    Li Stenbolê êrîşa bi molotofê
    Sûriye: Divê yên ku welatê me xera kirine pêşî lêborînê bixwazin
    KENYyê ji bo Koreya Bakur biryara civîna lezgîn wergirt
    Qeyûm ji bo şaredariya Pîran a Amedê hat tayînkirin
    Etîketan:
    LALEŞ, şingal, Îtalya, Şandeya jenosîdnasîna Îtalî serdana Laleşê kir, Herêma Kurdistanê, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de