14:14 24 Mijdar 2017
Zindî
    ypg-bayrak

    YPGê derbarê êriş û binpêkirinên Artêşa Tirkiyeyê de daxuyanî da

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4730

    Navenda Ragîhandina YPGê têkildarî binpêkirinên Artêşa Tirkiyeyê ya li ser axa Rojava û hewldanên wê yên derbasbûna Rojava daxuyaniyek nivîskî weşand.

    Yekîneya Parastina Gel (YPG) diyar kir ku Arteşa Tirkiyeyê û komên girêdayê fermandariya Arteşa tirk de tevdigerin êriş û binpêkirinên xwe ya li dijî axa Rojava lidardixin berdewam dikin.

    YPGê êriş û binpêkirinên Arteşa Tirkiyeyê û komên girêdayê wê wiha eşkere kirin

    "Di dîroka 11.02.2017an de Arteşa Tirkiyeyê li hember gundê Selimê ku dikeve rojavayê Kobanê dest bi çêkirina rê kiriye. Heman şevê balafirên keşfê yên bê mirov ên tirk jî li ser giştî xeta sînor a rojavayê Kobanê firiya ne.

    Komên di bin fermandariya Arteşa Tirkiyeyê de tevdigerin heman şevê bi topên obûs û tangan êriş birin ser gundê Maranez û Willa Qadi yên giredayî Efrînê. Hêzên me jî li dijî van êrişan di astekî pêwîst de bersiv dan.

    Di dîroka 12.02.2017an saet 17: 00an de Arteşa tirk ji herêma dikeve li hember gundê Xerez ê ku dikeve navbera Amudê û Dirbesiyê de hewldan derbasî axa Rojava bibin. Dema leşkerên tirk xwestin ji sînor derbas bin hêzên me li ser leşkeran ve fişekên hîşyariyê avetin. Piştî vê hîşyariyê leşkerên tirk carek din derbasî bakurê xeta sînor bûn.

    Îro sibê Arteşa tirk ji heman herême carek din hewlda sînor derbas bike. Piştî bersiv dayinê hewldana êrişê, di navbera Arteşa tirk û hêzên me de li qadê şerekî dem kin hat jiyîn. Piştî vê Artêşa Tirkiyeyê li heman herême panzer û tang bi cih kirin.

    Arteşa Tirk heman şevê (12.02.2017) bi çekên giran êriş birin li ser gundên Esafa û Çarikli yên dikevin li ser xeta sînor a rojhilatê Kobanê.

    Heman şevê komên di bin fermandariya Arteşa tirk de tevdigerin ji çeperên xwe yên Ezazê bi tang û çekên giran êriş birin li ser gundê Maranez û Willa Qadi yên giredayî Efrînê. Hêzên me piştî cihê êriş lê çedibû diyar kirin li dijî wan koman bi heman awayî bersiv dan. Di encama bersiv dayina hêzên me de qasî hat zelal kirin treksek û maşînekî leşkerî ya wan hatin derb kirin.

    Di dîroka 13.02.2017an (îro) saet derdora 10.00an de Arteşa tirk ji herêma gundê Elok ê giredayî Serêkaniyê hewldan sînora Rojava derbas bikin. Hêzên me li vê herême ji bo hişyarkirin ji ser leşkerên tirk fîşek avêtin. Piştî bersiv dayina leşkerên tirk li herême şer destpêkir. Di vê şerî de maşînekî leşkerî ya Arteşa tirk derb xwar. Di derbarê kuştî û birîndarên Arteşa tirk de tu agahî nehat bidestxistin.

    Ji serê sibê ve li ser xeta sînor a ku ji Amudê heta Serêkaniyê direj dibe tevgerê Arteşa Tirkiyeyê berdewam dike.ʺ

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Tirkiyeyê gundên Efrînê topbaran dike
    Artêşa Tirkiyeyê gundekî Dêrikê gulebaran kir: 2 kuştî û 5 birîndar
    Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Artêşa Tirkiyeyê gundên Minbicê bombebaran dike
    "PKKê dê ji Şingalê û Artêşa Tirkiyeyê jî dê ji Başîqayê derkeve"
    Artêşa Tirkiyeyê 60 metreyî ket nava sînorê Efrînê
    Etîketan:
    ax, êriş, binpêkirin, daxuyanî, Navenda Ragihandina Çapemenî ya YPGê, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de