19:55 23 Mijdar 2017
Zindî
    Wezîrê Plansaziyê Alî Sindî

    Elî Sindî: bilindbûna aboriya Herêma Kurdistanê ji 2014an de sekiniye

    © Foto: twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2931

    Civîna Asta Bilind ya Hikûmetan, li bajarê Dûbaî ya Yekîtiya Emîrên Ereb pêk tê. Heyetek ji Herêma Kurdistanê jî di vê komcivîna bilind de cih digire.

    Michael Fallon - Mesûd Barzanî
    © Foto: Serokatiya Herêma Kurdistan
    Elî Sindî Wezîrê Plansaziyê yê Herêma Kurdistanê ku beşdarî vê konferansê bû da zanîn ji sala 2014an û vê de nifûsa Herêma Kurdistanê ji sedî 30 zêde bûye, di gel vê yekê jî Iraq butçeya herêmê qut kiriye." Sindî da zanîn Herêma Kurdistanê bi geşbinî û firehiyek dest bi sala nû kiriye. Dê bi vî awayî jî berdewam bike." Heyeta Herêma Kurdistanê di Civîna Asta Bilind ya li Dubaîyê ku ji aliyê Yekîtiya Emiriyên Ereb ve tê organîzekirin de rewşa Herêma Kurdistanê raberî ber çavan dike.

    Di heyeta Herêma Kurdistanê de Elî Sindî Wezîrê Plansaziyê, Wezîrê Îmaratê Derbas Kosret Resûl û Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî hene.

    HEYA 2014AN JÎ HERÊM MEZIN DIBÛ LÊ NIHA SEKINIYE

    Elî Sindî di roja duyê de pirsên beşdaran bersivandin û balê kişand ser qeyranên salên dawî yên li Herêma Kurdistanê. Sindî li ser pirsyara bê 'Çima mezinbûn û bipêşketina aborî li Herêma Kurdistanê li gorî çend salên dawî kêm bûne. Sedema vê çiye?" wiha got: "Mezinbûna bûtçeya Herêma Kurdistanê di navbera salên sala 2009 û 2013an salane ji sedî 8.5 bû, lê piştî sala 2014an ev pêşketin sekiniye." Sindî ji bo vê yekê jî amaje bi xetereya rêxistina terorî ya DAIŞê kir û da zanîn ew ji 1000 kmçargoşeyan zêdetir di qadekê de tekoşînek bêhempa li dijî vê rêxistina terorî didin.

    'NIFÛSA HERÊMÊ DI NAV 2 SALAN DE JI SEDÎ 30 ZÊDE BÛ'

    Her Sindî da zanîn Nifûsa Herêma Kurdistanê di nava 2 salan de ji ber ewareyên Iraq û surî ji sedî 30 zêde bûye û wiha berdewam kir:"Niha nifûsa Herêma Kurdistanê derdora 5 milyonan de ye. Ji vana milyon û 800 hezar kes penaber in. Di gel van rastiyan Iraq jî, ji sala 2014an û vê de budçeya Herêma Kurdistanê desteser kiriye. Sindî destnîşan kir bûtçeya Herêma Kurdistanê ji sala 2014an zêde nabe."

    'NEFT DI ASTA NÊVDEWLETÎ DE HER KU DIÇE ERZANTIR DIBE'

    Her ew kêmbûna bûhaya neftê ya di asta aboriya Nêvdewletî de jî wek pêşketinek neyînî ya ji bo Herêmê nirxand û got:" Di salên dawiyê de bûhaya neftê di asta Nêvdewletî de her ku diçi kêmtir dibe. Ev e karîgeriyek mezin li ser rewşa aboriya Herêmê daye. Di gel van arîşeyên mezin yên aborî û civakî, lê îsal me destpêkek baş kiriye. Destpêka sala 2017an de geşbînî û firehiyek heye. Ew jî bi xêra Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û berxwedana gelê Kurdistanê ye.

    Civîna Asta Bilind ya Hikûmetan li bajarê Dûbaî ya girêdayî Yekîtiya Emîriyên Ereb de bi taybetî mijarên aboriya hikûmetan, qelîteya jiyana civakan û mijarên parastina derûdorê têne guftigokirin. Civîna Bilind a li Dubaiyê heya 3 rojan berdewam dike. Tê çaverêkirin ku heyeta Herêma Kurdistanê mijarên serek yên Herêmê di vê komcivînê de bîne ajendeyê. 

    Bi heman mijarî:

    Forûm El Şerq li Stenbolê ji bo aboriya Rojhilata Navîn panelek lidar xist
    Wezîrê aboriya DAIŞê hat kuştin
    OPEC: Aboriya Rûsyayê di sala 2017an de dibe ji resesyonê derkeve
    Aboriya Çînê bi tweetên Trump re hejiya
    Pûtîn: Aboriya Rûsyayê ji heqê pêvajoya daketinê der tê
    Medvedev: Ji bo pêşketina aboriya ‘kesk' em ê xebatên xwe berdewam bikin
    ‘Aboriya rûsî ber bi modernîteyê ve diçe'
    Etîketan:
    Herêma kurdistanê, Alî Sindî, Kosret Resûl, Yekitiya Emîrên Ereb, Dubaî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de