05:12 24 Mijdar 2017
Zindî
    Pêşmerge

    Fermandarekî hêzên Zêrevan kuştî hat dîtin

    © Foto: kurdistan4all
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3931

    Berdevkê polîsên bajarê Hewlêr Hogir Ezîz diyar kir ku li sînorê bajarokê Xebatê yê girêdayî Hewlêr cenazeyê fermandarekî hêzên Zêrevanî bi navê Zahîr Hemdî hatiye dîtin ku şopên guleyan li ser bedena wî hene.

    Hat ragihandin ku îro li bajaroka Xebatê cenazeya fermandarekî hêzên Zêrevan yê bi navê Zahîr Hemdî hatiye dîtin.

    Li gorî nûçeya Rojnewsê, Berdevkê polîsên bajarê Hewlêr Hogir Ezîz derbarê mijarê de axiviye û diyar kiriye ku li Komeleya Sêbiranê ya ser bi bajaroka Xebatê ve, cenazeyek fermandarekî hêzên Zêrevan ê bi navê Zahîr Hemdî hatiye dîtin.

    Ezîzî wiha gotiye: "Li ser cenazeyê Zahîr Hemdî şopên guleyan hatine dîtin. Heta niha têkildarî kuştina wî tu agahî nehatine bidestxistin. Ji bo otopsiyê cenaze hatiye şandin bo morga nexweşxaneya Hewlêrê."
    Berdevkê polîsên bajarê Hewlêr Hogir Ezîz di dawiya axiftina xwe de ev jî got: "Ji bo lêkolîna bûyerê timên diyarkirina sûc hatine cihê bûyerê û dest bi lêkolînê sedema kuştina wî fermandarê hêzên Zêrevan kiriye."

    Bi heman mijarî:

    'Hêzên Pêşmerge, lîwayeke ereban damezirand'
    Wezareta Pêşmerge: Pêşmerge beşdarî operasyona Telaferê nabe
    Hadî Amirî leborîn ji Pêşmerge xwest
    Wezareta Pêşmerge ji Sputnikê re: Goristana li Dîvaniyeyê ne aîdî Barzaniya ye
    Serfermandarê Artêşa Iraqê yê berê: Pêdivî hebe, Pêşmerge dê hevahengiyê bi PKKê re bike
    Heşdî Şeibî: Me bi şaşî Pêşmerge bombebaran kirin
    'Plana Barzanî û Ebadî di hevkariya pêşmerge û artêşa Iraqê de bi ser ket'
    Etîketan:
    Hêzên Zêrevan, Hogir Ezîz, Zahîr Hemdî, Parîs Hewlêr, Hewlêr, Xebat
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de