14:33 19 Sibat 2018
Zindî
    Kerkûk

    Li Kerkûkê cenazeyên 4 kesên nenas hatin dîtin

    © Sputnik/ Dmitriy Vinogradov
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Di navbera gundên Kuçek û Çîmen ên bajaroka Kara Încîrê ya Kerkûkê de cenazeyên 4 kesên nenas hatin dîtin.

    Hate ragihandin ku di navbera gundên Kuçek û Çîmen ên bajaroka Kara Încîrê yê Kerkûkê de vê êvarê cenazeyên 4 kesên nenas ji aliyê hêzên asayîşê ve hatin dîtin.

    Berpirsê Asayîşa bajarokê Kara Încîrê Pola Heybeyî li ser mijarê ev agahî dan: "Hêzên me di navbera gundên Kuçek û Çîmen ên bajarokê Kara Încîrê ku gundên kurdan in cenazeyên 4 kesên nenas dîtine. Li ser laşê wan jî şûna guleyan hene. Li ser her çar cenazeyan jî qet nasname nehatine dîtin. Tê payîn ku ev 10 rojên hatîbin kuştin."

    Herwiha hat eşkerekirin ku cenazeyên wan ji bo eşkere kirina nasnameyên wan şandine Tiba Edlî.

    Bi heman mijarî:

    Bi dehan cenaze radestî malbatan nakin
    Li Mêrdînê 2 cenaze hatin dîtin
    Li navçeya Nisêbînê 3 cenaze hatin dîtin
    Di merasîma cenaze de gengeşiya polês û ulkucuyan
    Li Silopiya 56 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
    Etîketan:
    dîtin, nenas, cenaze, Pola Heybeyî, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de