09:13 24 Sibat 2018
Zindî
    Cemil Bayik

    KCK: 'Bila Rûsya û DYA alîkariya Tirkiyê nekin'

    © AFP 2018/ BULENT KILIC
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 50

    Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemil Bayik daxwaz ji Amerîka û Rûsyayê kir ku li dijî kurdan alîkariya Tirkiyeyê nekin û got ku divê yekîtiya kurdan û kongreya netewî çêbibe.

    Cemil Bayik boneya salvegera girtina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan peyamek belav kir û tê de ragihand ku gelê kurd bi têkoşîn û berxwedana xwe, pîlana navdewletî ya li hember Ocalan û kurdan tekbir,, lê belê careke din AKP û MHP li Tirkiyeyê bûne yek û dixwazin wê pîlanê li dijî kurdan zindî bikin.

    Bayik di peyama xwe de behsa sala 1999ê û girtina Ocalan dike û dibêje: "Ocalan ji bo aştiyê berê xwe da Ewropayê, lê belê hêzên navdewletî bûne yek û bi planekê Ocalan girtin, lê belê Ocalan li hember wê planê projeya konfederaliya demokratîk ragihand, ew jî bûye bersivek bo hêzên plangêr û çareseriya arîşeyan".

    ‘LI HEMBERÎ PLANAN BERSIVA HERÎ BAŞ YEKÎTIYA KURDAN Û KONGREYA NETEWEYÎ YE'

    Hevserokê KCKê tekez kir ku baştirîn bersivê bo ewên ku niha dixwazin planê li dijî kurdan bikin, yekgirtina hêzên kurdî yên her çar parçeyên Kurdistanê û lidarxistina kongreya netewî ya kurd e.

    Bayik di peyama xwe de eşkere dike ku niha PKK û Artêşa Tirkiyeyê şer dikin. Hevdem pêwendiyên navbera Tirkiyeyê û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Rojava pir xirab e û Tirkiye hewl dide ku PYD beşdarî civînên Sûriyeyê nebe.

    Bi heman mijarî:

    KCK: 'PKK ne hêzeke wisa ye ku bi gefan Şengalê vala bike'
    KCK: Pêwîstî bi yekîtiyê heye, daxuyaniyên Barzanî bêkêr in
    KCK: ji bo ‘Kongreya Neteweyî' gavê bavêjin
    KCK: Em ê rê nedin birakujiyeke nû
    KCK: Bila werin, wê têkçûneke dîrokî bijîn
    KCK: ‘AKP li paytexta Kurdistanê êrîşî vîna kurd dike'
    Etîketan:
    netewî, salveger, peyam, kongre, girtin, daxuyanî, PKK, KCK, Cemil Bayik, Abdullah Ocalan, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de